Çekdaran li Siwêdayê gerînendeyê veguhastinê revand

Komeke çekdar gerînendeyê veguhastinê yê Siwêdayê ji hundirê gerînendetiyê revand, wê jî alozî li herêmê çêkir. Desthilatên xwecihî jî heta niha tu daxuyaniyek fermî nedane.

Çekdaran li Siwêdayê gerînendeyê veguhastinê revand
24 nîsan, 2025   19:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Di bûyereke nû de ku rewşa tevliheviya ewlehî nîşan dide, çavkaniyên xwecihî ji ajansa me re daxuyand ku komeke çekdar gerînendeyê veguhastinê li Siwêdayê Feysel Şehîb ji hundirê navendê revand.

Çavkaniyan anî ziman ku vê bûyerê aloziyek mezin li herêmê çêkir, lê tu hûrgiliyên zêde nehatin parvekirin.

Desthilatên xwecihî jî hîna tu daxuyaniyeke fermî der barê bûyerên de nedane, wê jî di nava welatiyan de rewşeke fikarê çêkir û pirsên der barê tedbîrên ewlehiyê yên li hember van bûyer û gefan hatin girtin de derxistin holê.