Şandeyek DEM Partiyê ji bo Konferansa Kurdî derbasî Rojava bû
Şandeyek ji DEM Partî û DBP’ê pêk tê, ji bo hevdîtinan û tev li Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bibe serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye.

Şandeya ji Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Keskîn Bayindir, endamê MYK a Partiya Wekhevî û Demoratîk a Gelan (DEM Partî) Serhat Eren, Parlementera DEM Partî Salîha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç pêk tê, serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.
Şandeya ku di deriyê Pêşxabûr re derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, wê hinek hevdîtinan bike û tev li Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bibe.