’Kilîta çareserkirina pirsgirêkan di destê Rêber Apo de ye’

Şêniyên bajarê Qamişloyê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û diyar kirin ku kilîta çareseriya hemû pirsgirêkan di destê Rêber Apo de ye

’Kilîta çareserkirina pirsgirêkan di destê Rêber Apo de ye’
26 tebax, 2025   03:15
QAMIŞLO
RÛŞAN EZEM

Şêniyên bajarê Qamişloyê der barê banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Abdullah Ocalan de ku di 27`ê Sibata îsal de kiribû ji ajansa me re axivîn.

Şêniya bi navê Şaha Hesarî diyar kir ku Rêber Apo dixwaze li tevahiya cîhanê aştî, demokrasî û wekhevî pêk werin û ji bo û aştî û çareserî pêk werin jî gelek gav avêtine. 

Şaha Hesarî bi bîr xist ku Rêber Apo 27 sal e li girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û tecrîda li dijî wî dewam dike û ev li gotinên xwe zêde kir: "Bi banga Rêber Apo re, dewleta Tirk got ew ê şertên  ragirtina Rêber Apo  baş bike da ku karibe kar bike, lê heya niha tu gav neavêtiye." 

Şaha Hesarî di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku kilîta çareserkirina pirsgirêkan, mîsogerkirina wekhevî û edaletê di destê Rêber Abdullah Ocalan de ye û got, heya ku Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe û li nav gelê xwe bijî dê li qadên têkoşînê bin.

Ezîze Hesen jî diyar ku  banga"Aştî û Civaka Demokratîk" ne tenê ji bo gelê Kurd e, di heman demê de ji bo tevahiya cîhanê ye û wiha got:“Heya dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê li ber xwe bidin û li kolanan bin ta Rêber Abdullah Ocalan bi fizîkî azad be."

Omer Yûsif jî anî ziman ku ew dixwazin rewşa Rêber Abdullah Ocalan nas bikin û agahiyan jê bigrin. Omer Yûsif wiha got: “Em bi fikir û felsefeya Rêber Apo hatine perwerdekirin û ev ji me re cihê şanaziyê ye.“ 

Omer Yûsif di dawî de got, divê dewleta Tirk xwedî li sozên xwe derkeve û hêviyên gel ên azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi cih bîne. 

(bb) 

ANHA