Nûnerê eşîra Şêxan: Gotinên kîndariyê bandoreke xirab li civaka Sûriyeyê dikin 

Nûnerê eşîra Şêxan diyar kir ku gotinên kîndariyê bandoreke xirab li tevna civaka Sûriyeyê dikin û da zanîn ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser garantiya rastîn a siberoja Sûriyeyê ne.

Nûnerê eşîra Şêxan: Gotinên kîndariyê bandoreke xirab li civaka Sûriyeyê dikin 
21 tebax, 2025   05:20
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Di demên dawîn de li Sûriyeyê hewldanên belavkirina gotinên kîn û nefretê zêde bûne ku armanca wê têkbirina tevna civakê û gurkirina nakokiyan di navbera pêkhateyan de ye, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Şêx Fehed El Şêxanî yê nûnerê eşîra Şêxan li ser bûyerên li Sûriyeyê diqewimin axivî û got: "Tiştên ku li herêmên peravê û Siwêdayê qewimîn nîşan didin ku bandorên xirab ên gotinên kîndariyê li ser civakê hene. "

‘PÊKHATEYÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ YEKGIRTÎ NE’

El Şêxanî got: "Em bawer in ku komploya li dijî herêmên me tê plankirin dê têk biçe, ji ber ku ji destpêka krîza Sûriyeyê heta îro, em li hember van hewldanan hişyar bûn. Ev hişyarî bi avakirina Rêveberiya Xweser hate xurtkirin. Îro, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember hemû planan yekgirtî ne û xwîna wan di şerê li dijî terorê de tevlihev bûye. Kesên ku dixwazin nakokiyan pêk bînin dê negihêjin armancên xwe.”

El Şêxanî diyar kir ku Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk, garantiya rastîn in ji bo tevahiya Sûriyeyê.

‘NENAVENDÎTÎ ÇARESERÎ YE’

El Şêxanî nêrîna xwe ya ji bo siberoja Sûriyeyê anî ziman: "Welatê ku em dixwazin divê li ser pergaleke sivîl be ku her kesî hembêz bike, li gorî pergaleke nenavendî, bi destûra ku ji hêla hemû sûriyeyiyan ve hatibe nivîsandin û artêşeke ku hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê di nav de bin, da ku hemû Sûriyeyiyan û sînorên welêt biparêze.”

‘EŞÎR BÛNE ÇEKEKE DI DESTÊ ÇETEYAN DE’

Der barê bikaranîna navên eşîran û şêxên wan de di gurkirina fitneyê de, El Şêxanî anî ziman ku di demên dawîn de gelek kes xwe wek nûnerên eşîrên xwe didin nasîn, ev yek ne rast e, şêxên eşîran baş têne naskirin û tiştê ku li Siwêdayê qewimîne wan temsîl nake. El Şêxanî diyar kir ku eşîr xwedî rêgez û nirxên bilind in, lewma ew kes tenê çete ne, cilên eşîran li xwe kirine û îdia dikin ku ew nûnertiya eşîran dikin.

Şêx Fehed El Şêxanî bang li eşîr û şêxên wan kir ku berpirsyariyên xwe yên hişyarkirina civakên xwe bi cih bînin û rastiya tiştên ku diqewimin zelal bikin da ku bikarin pêşî li fitneyê bigirin.

(k)

ANHA