’Daxwaza tevahî jinan dîtina Rêber Apo ye’

Jinên ji Efrînê û Hesekê diyar kir ku heya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger nebe wê têkoşîna wan berdewam be  û got, daxwaza wan  hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ye.

’Daxwaza tevahî jinan dîtina Rêber Apo ye’
21 tebax, 2025   04:15
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

5’ê Hezîrana îsal Forûma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP), bi navê 'Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim' kampanya da destpêkirin. EFFP, ji bo daxwaza rakirina astengiyên li pêşiya Rêberê Abdullah Ocalan ku vîzyona xwe ya siberojê bi cîhanê re parve bike, dest bi vê kampanyayê kir.  Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û cîhanê daxwazên gel ên hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re zêde didin

Jinên ji Efrînê û Hesekê jî ev daxwaza xwe anîn ziman.

Gulê Mihemed diyar kir ku jin bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe nas kirin û xwe gihandin vê rojê.

Gulê destnîşan kir ku daxwaza wê ya sereke dîtina Rêber Abdullah Ocalan e û wiha got: "Hesreta dilê min dîtina Rêber Apo ye. Ev hesret ji dema ez zarok bûm heya îro di dilê min de ye. Di dilê her kesekî/ê de hêviyek heye, ya min jî dîtina Rêber Apo û azadiya wî ya fizîkî ye. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo, em her tim tê bikoşin."

Gulê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ez weke jineke efrînî, Efrînek bê Rêber Apo qebûl nakim, dema Rêber Apo fîzîkî azad bibe, wê tevahî xakên dagirkerî jî rizgar bibin."

Leyla Hebeş destnîşan kir ku fikir û felsefeya azad a Rêber Apo rêbaza bigehîn a jiyanê ye, her wiha rêya yekane ya pêkanîna aştî û civaka demokratîk a di cîhanê de ye û wiha got:"Mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye."

Meryem Elî Îsa diyar kir  ku Rêber Abdullah Ocalan sembol, hebûn û nasnameya wan e û êdî ew hebûn û nasnameya xwe dixwazin û dîtina Rêber Abdullah Ocalan hesreteke di dilê jinên ciwan de ye.

Xilûd Xelef bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinan kedeke mezin daye  û bi saya fikir û felsefeya wî jinan di hemû qadên siyasî, leşkerî û xizmetê de, roleke pêşegtiyê dikin.

(bb)

ANHA