Nûnerê DYA’yê diçe Moskovê

Nûnerê DYA’yê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff ji bo gotûbêjkirina bidawîkirina şerê Ukraynayê diçe Moskovê.

Nûnerê DYA’yê diçe Moskovê
2 kanûn, 2025   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff ji bo gotûbêjkirina bidawîkirina şerê Ukraynayê îro diçe Moskovê. Biryar e ku Witkoff bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re bicive.

Berdevka Koşka Spî Caroline Levitt got rêveberiya DYA’yê gelekî geşbîn e û destnîşan kir ku hevdîtinên ku beriya ku biçin Rûsyayê bi aliyên Ukraynayê re hatin kirin, gelekî baş bûn.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky jî got ji bo bidestxistina ewlehiya rasteqîn divê Rûsya ji encama şer neyê xelatkirin. Rayedarekî Ukraynayê jî anî ziman ku di reşnivîsa plana DYA’yê de pêşketinên mezin çêbûne, lê pêdivî bi guhertinan heye.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron piştgirî da van hewlan û destnîşan kir ku Ewropa di aştiyeke dadperwer û mayînde de bi israr e. Macron anî ziman ku plana DYA’yê hîn di qonaxeke pêşîn de ye û ji bo şeklê dawîn were dayîn jî pêdivî bi beşdariya tam a Ewropayê heye.

(bb)