Nûman Kurtulmuş: Pêvajo, projeyeke dewletê ye

Serokê Meclisa Tirkiyeyê Nûman Kurtulmuş diyar kir ku xebatên di çarçoveya pêvajoyê de tên domandin ne tenê peywira komîsyona li Meclisê ye û got: “Hemû saziyên dewletê, bi koordînasyona jor, peywirên xwe bicih tînin. Ev, projeyeke dewletê ye.

Nûman Kurtulmuş: Pêvajo, projeyeke dewletê ye
8 kanûn, 2025   16:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêşniyarqanûna Têkildarî Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2026’an li Komîsyona Plan û Budçeyê hat qebûlkirin û niha jî hevdîtinên li Lijneya Giştî ya Meclisê hatin destpêkirin. Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, di destpêka civînê de axivî û got ku komîsyona di çarçoveya pêvajoyê de hatiye avakirin, li gorî ruhê serdemê bi erkekî dîrokî rabûye. Kurtulmuş, anî ziman ku xebatên komîsyonê girîng in û got piştî guhdarîkirina hemû derdoran, pêvajoya guhdarîkirinê jî bi dawî bûye.

DÊ LI GORÎ RAPORÊ TEV BIGERIN

Kurtulmuş, da zanîn ku dê Meclisa Tirkiyeyê di çarçoveya muzakereyan de raporeke xurt amade bike û wiha pê de çû: “Hêviya min ew e ku di demekî herî kin de ji bo vê pirsgirêkê û bilindkirina standartên demokrasiyê yên Tirkiyeyê perspektîfeke giştî amade bike û rapora xwe pêşkeşî Meclisê bike. Dê verastkirinên ji vir û şûnde çawa bên kirin, ev dê li gorî raporê bên kirin."

PÊDIVÎ BI DESTÛREKE BINGEHÎN A NÛ HEYE

Kurtulmuş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “‘Tirkiyeya bêteror’ ne tenê peywira komîsyonê ye. Ev, projeya dewletê ye. Hemû saziyên têkildar ên dewletê ji bo pêvajo bê qeza û bela bidome û ji bo biencamkirina wê, di çarçoveya koordînasyoneke xurt peywirên xwe bicih anîn. Komîsyonê jî peywira xwe pir baş bicih anî û hêvî dikim encamekê jê bigire û ev firsenda dîrokî were serxistin. Berpirsyartiyeke dîrokî ya Meclisê heye û divê gavên din ên demokratîk bên avêtin. Beriya her tiştekî, hewcehî bi destûreke bingehîn a sivîl, demokratîk û sivîl heye. Ev jî yek ji berpirsyartiyên girîng ên Meclisê ye. Her wiha ji bo bilindkirina standartên demokratîk, Rêziknameya Meclisê, Qanûna Partiyên Siyasî, Qanûna Hilbijartinê jî jinûve bên nirxandin û encamek jê were girtin."