Tecawiza komî ya li dijî jinên ji Faşerê reviyane hate belgekirin

Tora Bijîşkên Sûdanê da zanîn ku herî kêm 19 jinên ji bajarê El Faşerê reviyane, endamên Hêzên Piştevaniya Lezgîn li kampan tecawiz lê kiriye.

Tecawiza komî ya li dijî jinên ji Faşerê reviyane hate belgekirin
8 kanûn, 2025   14:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî lêkolînên saziyên navneteweyî, Hêzên Piştevaniya Lezgîn (RSF) di dema kontrolkirina bajarê El Faşer de li dijî jinan gelek sûc kirine ku di nava wan de tundiya zayendî û tecawiz jî heye.

Ajansa Nû Jinhayê ragihand ku li gorî daxuyaniya Tora Bijîşkên Sûdanê, tecawiz li 19 jinan hatiye kirin û hatiye tesbîtkirin ku dibe ku êrişkar kesên girêdayî Hêzên Piştevaniya Lezgîn bin. Ev êriş dema ku jinan hewl daye ji bajarê Faşerê birevin bajarê Debbe yê li bakurê welat, pêk hatiye. Torê da zanîn binpêkirin di kampa Al Afad a li bajarê Debbe de çêbûye û 2 jinên mexdûr ducanî bûne û di bin çavdêriya tîmên tenduristiyê de ne.

Torê ev bûyerên li dijî jinên ji El Faşerê reviyane wek ‘tecawiza komî’ pênase kirin û şermezar kirin. Her wiha destnîşan kir ku ev binpêkirina aşkera ya hiqûqa navneteweyî ye, komên herî bê parastin rasterast tên hedefgirtin û ger wisa bidome, binpêkirinên li dijî sivîlan dê zêdetir bibin.

Torê bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî kir ku ji bo zarokan parastina tam pêk bînin, tîmên lêgerîna serbixwe bişînin û alîkariya mirovî û xwegihandina tîmên tenduristiyê garantî bikin.

‘TECAWIZ BI AWAYEKÎ SÎSTEMATÎK PÊK TÊ’

Hêzên Piştevaniya Lezgîn (RSF) di 26’ê Cotmehê de bajarê El Faşer kontrol kir û divê pêvajoyê de li dijî sivîlan komkujî kirin.

Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe ya Mijdarê de, sûcên ku RSF’ê li Sûdanê kirine şermezar kiribûn û dabû diyarkirin ku tecawiz bi awayekî îstematîk tê pêkanîn. Di 16’ê Mijdarê de Tora Bijîşkan a Sûdanê ragihandibû ku li dijî zarokên keçîn ên ji El Faşerê reviyane kampa Tawila ya li bakurê Darfurê, 32 bûyerên tecawizê hatine belgekirin. Ev bûyer piştî ku RSF herêm kontrol kir, pêk hatin.