Rûsyayê 2 gundên Ukraynayê kontrol kirin

Rûsya ragihand ku 2 gundên Chervony ên herêma Donetsk û Novodanilevka yên girêdayî Zaporizhzhia ya Ukraynayê kontrol kirin.

Rûsyayê 2 gundên Ukraynayê kontrol kirin
8 kanûn, 2025   16:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan 2 gundên Chervony ên li herêmma Donetsk û Novodanilevka yên li herêma derdora Zaporizhzhia kontrol kirin. 

Ev pêşdeçûn digel êrişên leşkerî yên Rûsyayê yên li xaka Ukraynayê pêk tên. Di çend mehên dawîn de rageşiyên li eniyên rojhilat û başûrê zêde bûn.

(fr)