Noi Rete Donne piştgirî da Meclîsa Jinan ya Sûriye

Tora herî berfireh ya jinan Noi Rete Donne ya Îtalya ragihand ku ew piştgirî didin deklarasyona derbarê rola jinan di pêşeroja Sûriye de ku ji aliyê Meclisa Jinan ya Sûriye ve hatî eşkere kirin. Noi Rete Donne got: “Em li gel jinên Sûriye ne.”

Noi Rete Donne piştgirî da Meclîsa Jinan ya Sûriye
22 kanûn, 2024   16:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora herî berfireh ya jinan Noi Rete Donne ya Îtalya ragihand ku ew piştgirî didin deklarasyona 13 xalan ya derbarê rola jinan di pêşeroja Sûriye de ku ji Meclisa Jinan ya Sûriye ve di 21’ê kanûnê de hat ragihandin.

Tora jinan ya Noi Rete Donne got: “Em beşdarî banga jinên Sûriye ya piştevanî û fikara pêşerojê îfade dike dibin. Em li gel jinên Sûriyene, demokrasiya ku ne wekhev, ew ne demokrasiye.”

Her wiha Noi Rete Donne di malpera xwe de cih da deklarasyona Meclîsa Jinan ya Sûriye.