Hunermendên Kobanê bi navê `Em li pişta QSD YPJˋê ne` klîbekê amade dikin

Nevenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido, Tevgera Hîlala Zêrîn û Yekitiya Hunermendan a kantona Firatê bi navê ˋEm li pişta QSD û YPJˋê neˊ klîbekê amade dikin.

Hunermendên Kobanê bi navê `Em li pişta QSD YPJˋê ne` klîbekê amade dikin
22 kanûn, 2024   17:13
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Di çarçoveya piştgiriya berxwedana şervanên QSDˋê û YPJˋê ya li Bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê de, îro Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido, Tevgera Hîlala Zêrîn û Yekitiya Hunermendan a Kantona Firatê bi navê ˋEm li pişta QSD û YPJˋê neˊ kîlbekê amade dikin.

ˋŞERVAN BI ÇEKÊ XWE Û HUNERMEND JÎ BI HUNERA XWE TÊKOŞÎNÊ MEZIN DIKINˊ

Têkildarî mijarê endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Kobanê Silava Bozî diyar kir ku ew bi rêya stranên xwe dixwazin morala şervanên di eniya pêş de û gelê xwe bilind bikin û wiha dewam kir: “Me stran amade kir. Navê strana me ˋEm li pişta QSD û YPJˋê neˊ. Me îro ji şervan û gelê xwe re pêşkêş kir. Em bi hunera xwe û şervan jî bi çekê xwe têkoşîn û berxwedaneke mezin raber dikin."

`EM Ê BI HUNERA XWE HÊZ Û MORALA ŞERVAN Û GELÊ XWE BILIND BIKIN`

Silava destnîşan kir ku ew berxwedana di eniyên pêş de silav dikin û got: “Em ji şervanan re dibêjin ku em ê bi rêya hunera xwe hêz û morala we bilind bikin û em li pişta we ne."

Endamê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Xelîl Can jî diyar kir ku wan xwest bi rêya strana xwe piştgiriya şervanên di eniya pêş de bikin û got: “Em berxwedaniya li Bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê silav dike. Em ê bi hunera xwe asta berxwedana ku tê meşandin ji raya giştî re aşkera bikin û moralên gel û şervanan bilind bikin. Em heta dawiyê li pişta şervanên xwe ne.

(fr)

ANHA