Dayika Şehîd Nazim: Gumana mîn nîn e ku hunê armanca wan pêk bînin

DFG û MKG li navçeya Giyadînê çûn serdana şîna rojnamevan Nazim Daştan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû qetilkirin. 

Dayika Şehîd Nazim: Gumana mîn nîn e ku hunê armanca wan pêk bînin
22 kanûn, 2024   16:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geşedanên li herêmê dişopandin, di 19’ê Kanûnê de li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê de ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yê hatin qetilkirin. Ji bo Nazim Daştan li navçeya Giyadîn a Agiriyê şîn hate danîn û serdanên şînê didomin. Gelek endamên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) çûn serdana şînê û sersaxî ji malbata Daştan xwestin. 

 Nûnerê DFG’ê yê Wanê Adnan Bîlan di serdanê de got ku Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn xwestin tiştên li vê erdnîgariyê diqewimin bi raya giştî ya cîhanê re ragihînin û wiha got: “Weke hempîşeyên wan em ê têkoşîna heqîqetê bi cisaret bidomînin. Em ê nehêlin çirayên ku tarîtiyê ronî dikin bikevin erdê.” 

Dayika Nazim Daştan, Zozan Daştan jî sersaxî qebûl kir û wiha got: “Ji bo min her yek ji we Nazim e. Bi zarokê xwe serbilindim. Tenê tişta min xemgîn dike ew e ku armancên Nazim nîvco mane. Tu gumana min nîne ku hûn ê wan armancan pêk bînin.”