Nobeta li ser sînorê Qamişloyê: Rojava rûmeta me ye

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li hemberî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê çalakiya nobetê 2 roj e didome.

Nobeta li ser sînorê Qamişloyê: Rojava rûmeta me ye
21 ÇILE, 2026   13:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran kes li ser sînorê Qamişloyê li hev kom bûn, nerazîbûn nîşanî êrişan dan û pişgirî dan Rojava.

Çalakiyê 20'ê Çileyê roja Sêşemê dest pê kir. Tê payîn hevserokê giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan beşdarî çalakiyê bibe. Girseya gel a li qadê bi dirûşman êrişên li ser Rojava şermezar kir.

Daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin Tirkiye, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê hevparên êrişan in û hate destnîşankirin ku bi van êrişan re îradeya gelê Kurd nikare bê şikandin.

Çalakgeran diyar kir ku dê têkoşîna xwe dewam bikin û piştevaniya bi gelê Rojava re mezin bikin.

Çalakgeran bang li raya giştî jî kir û got: "Îro her der Rojava ye. Divê piştgirî ji Rojava re bê dayîn. Divê gelê Rojava bi tenê neyê hiştin. Rojava rûmeta me ye. Em ê biparêzin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gelê Kurd teslîmiyetê qebûl nake û hate gotin: "Îro ne roja rûniştina li malê ye. Îro roja xwedîderketina li Rojava ye. Bila her kes bizane; gelê Kurd tu carî teslîmiyet qebûl nekir, wê ji niha û pê ve jî qebûl neke."