Li Başûrê Kurdistanê xwedîderketina li Rojava

Li Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê, gel li qadan bû û bang li civata navneteweyî hate kirin ku ji bo rawestandina êrişan hewl bidin.

Li Başûrê Kurdistanê xwedîderketina li Rojava
Li Başûrê Kurdistanê xwedîderketina li Rojava
Li Başûrê Kurdistanê xwedîderketina li Rojava
Li Başûrê Kurdistanê xwedîderketina li Rojava
Li Başûrê Kurdistanê xwedîderketina li Rojava
21 ÇILE, 2026   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê, li dijî êrişên berdewam ên çeteyên hikumeta demkî û dewleta Tirk a dagirker, her wiha ji bo xwedîderketina li berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarokên Dukan, Pîremegrûn û Çemçemal ên Silêmaniyê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Welatiyan bang li civata navneteweyî kir ku ji bo rawestandina êrişan hewl bidin û ewlehî û aramiya Rojavayê welat mîsoger bikin. Her wiha hate gotin ku divê li dijî zaliman şer bikin û li dijî hemû xiyanetan rawestin.

Mamostayên olî jî ragihand ku wê mînder û kursiyan derxin kolanan û li dijî hemû êriş û xiyanetên li dijî gelê Kurd rawestin. Her wiha dest nîşan kirin ku Colanî bi navê Quranê û ola Îslamê hewl dide gelê Kurd qir bike, divê tevahiya gelê Kurd li dijî van êriş û qirkirinan raweste.

Li Helebceyê jî welatiyan tevî rewşenbîran bi çalakiyeke girseyî ragihand ku divê partî û aliyên siyasî ji bo têkoşîna li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî û dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojavayê Kurdistanê, yekgirtî bin.

Her wiha li bajarokê Kifrî yê ser bi îdareya Germiyanê ve, li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan hate lidarxistin. Xwepêşandêran bang li civata navneteweyî kir ku ji bo rawestandina êrişan hewl bidin.

Li Şengalê jî dengbêj û tembûrvanên Êzidî bi nîşandana helwesta xwe û gotina stranên piştgiriya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê nîşan dan. Hunermend diyar kirin, ew ê bi tembûr û stranên xwe piştgiriyê bidin berxwedanê.

Mamosteyên Saziya Ziman û Perwerdeyê îro li navenda bajarê Şengalê li ber Dibistana Zarîfe Osê (Medresa Sor) bi pankarta ‘Şengal û Rojava yek e’ ji bo piştgiriya gelê Rojava daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê mamoste Seîd Xwedêda ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê da bang li hemû mirovahiyê hate kirin ku li Rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin û di heman demê de bang li saziyên navneteweyî jî hate kirin ku li Rojavayê Kurdistanê berpirsiyariya xwe ya mirovî bi cih bînîn. Her wiha hate gotin ku Rojava xeta sor e.

Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn a Silêmaniyê jî beşdarbûna endamên komeleyê, çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn û serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn a Silêmaniyê Cemîl Hewramî axivî. Cemîl Hewramî destnîşan kir ku êrişên komên çete yên Sûriyeyê ku bi fermana Colanî li ser Rojavayê Kurdistanê tê kirin, bi armanca qirkirina gelê Kurde.Her wiha Cemîl Hewramî bêdengiya civaka navneteweyî ya beramberî êrişan şermezar kir û banga helwestek ciddî kir.

Li zanîngeha Koye ya ser bi Hewlêrê jî çalakiyek hate lidarxistin. Xwendevan û mamostayan êrişên çeteyan bi tundî şermezar kirin.