Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 13’an de ye

Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê di roja 13’an de didome.

Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 13’an de ye
25 kanûn, 2024   16:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk a dagirker çeteyen we ya SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 13’an de didome. 

Welatiyên di saetên zû yên serê sibehê de beşdarî nobetê bûn, pêşmalkên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava rûmeta me ye” û “Na ji şer re” li xwe kirin.

Beşdaran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava" û "Rojava rûmeta me ye” berz kirin. Ji bajarê  Êlihê ya bakurê kurdstanê jî gelek kes tev li çalakya îro bûn.