Dagirker gundewarê Bendava Tişrînê topbaran dikin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundewarê Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê topbaran dikin.

Dagirker gundewarê Bendava Tişrînê topbaran dikin
25 kanûn, 2024   16:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyên ji herêmê dane, artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi guleyên obîsan gundewarê Bendava Tişrînê ya başûrê bajarê Kobanê yê kantona Firatê topbaran dikin û hewl didin bikevin wan gundan.

Heman çavkanî diyar kir ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişan didin. Di navbera şervanan û çeteyên dagirkeriya Tirk pevçûnên dijwar rû didin.

(fr)