Li kantona Firatê şahiyên pîrozkirina Noelê hatin betalkirin

Xiristiyanên kantona Firatê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê û sûcên li dijî cih û nirxên olî şermezar kirin û diyar kir ku îsal li şûna şahiyan dê tenê bi ayînan Noelê pîroz bikin.

Li kantona Firatê şahiyên pîrozkirina Noelê hatin betalkirin
25 kanûn, 2024   16:04
KOBANÊ

Xiristiyanên kantona Firatê bi boneya Noelê daxuyaniyek da û şahiyên pîrozkirina vê rojê betal kirin. Her wiha ragihandin dê tenê ayînan li dar bixin. Keşîşê dêra El Ixuwe Ceger Şukrî daxuyanî li Qada Jina Azad a Kobanê xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Li hember êriş û êşên ku gelê me li kantona Firatê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikişîne û ji bo parastina ax û rûmeta xwe fedakariyan dikin, em tevahî şahiyên pîrozkirina cejna rojbûna Îsa Mesîh betal dikin. Tenê em ê nimêjê bikin ku aştî li welatê me belav bibe. Em hêvî dikin ku ev êş, zor û zehmetî ji ser gelê me rabe, li şûna nefret û tundiyê, merhemet û hezkirin belav bibe."

Di daxuyaniyê de êrişên li dijî sembolên xiristiyanan mîna bûyera li Hemayê çêbûye, hatin şermezarkirin.

Her wiha bang li civata navneteweyî, rêxistinên mirovî û aliyên têkildar hate kirin ku demildest destwerdanê bikin, wan û herêmê ji xetereya qirkirinê û koçberkirinê biparêzin, êrişên li dijî aştiyê û jiyana hevbeş, rawestînin.

Di dawiya daxuyaniyê de hêvî hate kirin ku di vê rojê de aştî li Sûriyeyê û seranserî cîhanê belav bibe.

(şx/k)

ANHA