Macron û Erdogan li ser rewşa Îran û Ukraynayê gotûbêj kirin

Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan roja Şemiyê li ser geşedanên li ser bidawîanîna şerê li Îranê û rewşa li Ukraynayê axivîn.

Macron û Erdogan li ser rewşa Îran û Ukraynayê gotûbêj kirin
11 nîsan, 2026   20:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Macron roja Şemiyê got ku wî bi hevtayê xwe yê Tirk Recep Tayyip Erdogan re gotûbêj kiriye û pêşketinên li Rojhilata Navîn, bi taybetî hewldanên bidawîanîna şerê li Îranê, û her weha krîza Ukraynayê nirixandine.

Di postek li ser platforma X de, Macron diyar kir ku nîqaş di destpêkê de li ser rewşa herêmî bû, her du alî bang li hemû aliyan kirin ku pabendî agirbestê bibin û ji bo misogerkirina pêkanîna wê bixebitin, bi taybet li Lubnanê. Her wiha diyar kir ku divê rêz li azadiya geşta li Tengava Hormuzê were girtin, ji ber girîngiya wê ya jiyanî ji bo bazirganiya cîhanî.

Serokê Fransayê destnîşan kir ku wan bal kişandiye sergirîngiya gihîştina çareseriyek dîplomatîk a "xurt û mayînde" ku dê bibe egera aramiya herêmê û kêmkirina tengezariyan.

(k)