Nivîskara Sûriyeyî daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re kir 

Nivîskar û çalakvana Jin a Sûriyeyî Sara Ebas daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re kir û got ku şoreşa jinan vediguherîna hêzê dikare guhertina civakî û siyasî bi rê ve bibe.

Nivîskara Sûriyeyî daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re kir 
31 tebax, 2025   02:35
QAMIŞLO

Nivîskar û çalakvana Sûriyeyî Sara Ebas der barê kampanyaya "Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" de  ji ajansa me re axivî. Hemle ji aliyê Insyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Insyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan di 21’ê tebaxê de dest pê kir. Heta niha di çarçoveya hemeleyê de bi sedan imze ji aliyê kesayetên siyasetmedar, akademisyen, hiqûqnas, oldar û bijîşkên ji tevahî Sûriyeyê ve hatine berhevkirin.

Sara Ebas di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kesayeta Rêber Abdullah Ocalan û wiha dest pê kir: “Rêber Abdullah Ocalan ne tenê kesayetek siyasî ye. Ew semboleke neteweyî ye. Sembola Berxwedan û baweriya azadî û edaletê ye. Ramanên wî sînorên heyî derbas kirine. Hêviyên nifşên pêş ên demek dirêj ji tundî û zulmê derbas kirin, vejîn dike. Rêber Abdullah Ocalan doza gelê xwe li ser milê xwe kiriye. Ji bo pêkanîna pêşerojeke aştiyane û wekhev, rojekê gav paş de ne avêt. Ji vir jî sekna mirovî li kêleka wî û daxwaza rakirina tecrîda ferizkirî, erka mirovî ye. Rêber Abdullah Ocalan xwediyê pirojeya çarserî û  demokrasiyê ya ji bo pirsgirêka kurd e. Di heman demê de zemîna famkirina têkiliya di nava gelan de avakiriye. Têkiliya li ser esasê edaletê û mafê mirovan pêş xistiye.”

Nivîksara Sûriyeyî her wiha bal kişand ser felsefeya Rêbertî û destnîşan kir ku felsefeya wî xwe dispêre azadiya jinên wekî şerteke sereke ya dest jê nabe di azadiya malbat û civakê de û wiha dom kir: “Hemû sîstemên serdest ên li ser esasê tundiyê hatin avakirin, ev xet esas girtin. Rêbertî sîstema baviksalarî bi tundî rexne dike. Têkiliya wê ya dîrokî bi damezirandina destpêkê ya dewletê ve girêdide. Wê wekî nexweşiyeke di mirovahiyê de çêbûye, bi nav dike. Sîstema serdestiya mêr jinan dûr dixe û rola wê dide aliyekî. Di felsefeya xwe de jinan wekî qurbanî nahesibîne. Berûvajî di felsefeya wî de jin jêdera hêza şoreşan e. dikare di aliyên civakî û siyasî de guhertinan çêbike.”

Nivîskara Jin Sara Ebas di berdewama axaftina xwe de bibîr xist ku felsefeya Rêbertî di pirojeya civakî de piratîze bûye ev tişt anî ziman: “Rêbertî jinan dixe cihê wê ya aktîf. Çi li malbatê û çi di nava siyasetê de. Ev di qada parastina rewa de jî derbasdar e. Ezmûna Rêberiya Xweser a li Rojava piratîzekirina felsefeya wî ye. Ew xwe dispêre demokrasiya rast. Ne mumkine bêyî beşdarbûna jinan a temam pêk were. Serdestiya Mêr dema nêvî civakî dûr dixe, exlaq û hêza xwe ya sazîbûnê winda dike. Ji ber jin di ramanê Rêbertî de kilîta azadiyê û bingeha guhertina sereke ye.”

Nivîskar û Çalakvana Sûriyayî Sara Ebas di dawiya axaftina xwe de peyam da û ev tişt anî ziman: “Nameya min wekî jinek ji vê nerînê tê. Bêyî azadiya jinan demokrasî nepêkan e. Tişta Rêbertî aniye ziman, diyar dike, beşdariya jinan di jiyana giştî û siyasî de ne pijarteyeke din a zêde ye. Lê belê ew bingeha sereke ya avakirina civaka aram e. Ji lewma şikandina qeydên baviksariyê şerteke sereke ya pêkanîna edalet û wekheviyê ye. Li ser vî esasî banga min a pêkanîna danûsteninê tê. Divê Tundî were rakirin. Rola jinan di misogeriya pêşeroja li ser esasê parastina nirxên azadî û rumeta mirovan de, pêk tîne.”

Sara Ebas parêzer û çalakvaneke Sûriyeyî ya ji parêzgeha Tertûs e. Asta Majistêr di Rêveberiya Giştî de wergirtiye. Nivîsên wê li ser mijarên girêdayî parastina jinan û mafê mirovan di nava civakên Rojhilata Navîn de pêk tîne.

(dc/)

ANHA