Koçber daxwaza pêkanîna peymana 10’ê Adarê kirin

Koçberên Serêkaniyê ji hikûmeta Şamê xwestin xalên peymana 10’ê Adarê, pêk werin û bi taybet xalên girêdayî vegera koçberan a  bi ewle.

Koçber daxwaza pêkanîna peymana 10’ê Adarê kirin
Koçber daxwaza pêkanîna peymana 10’ê Adarê kirin
Koçber daxwaza pêkanîna peymana 10’ê Adarê kirin
Koçber daxwaza pêkanîna peymana 10’ê Adarê kirin
Koçber daxwaza pêkanîna peymana 10’ê Adarê kirin
Koçber daxwaza pêkanîna peymana 10’ê Adarê kirin
31 tebax, 2025   03:35
HESEKÊ
DIYAR EHMED 

Koçberên Serêkaniya dagirkirî tevî guhertinên li Sûriyeyê û ruxandina rêjîma berê ya Beşar El Esed hîn di konên koçberiyê de jiyan dikin. Di bin germa zêde û nebûna ava vexwarinê de zehmetiyên zêde dikşînin. Bi taybet bi qutkirina ava vexwarinê ku dewleta Tirk ji stasyona Elok ji ser bajarên Hesekê û Til Temir qut kiriye, êşa koçberan hîn zêdetir bûye.

Heta niha 25 hezar malbat ku ji 15 hezar û 650 kesan pêk tê, li kampa Serêkaniyê ya Hesekê hatine bi cihkirin. 

Koçberên Serêkanyê ji sala 2019’an ve li kampan dimînin. Ji bilî kampa Serêkaniyê hejmarek kamp û cihên din ên niştecihbûna koçberên Serêkaniyê hene. 

Koçberê bi navê Beşar Koreş ê niha di kampa Serêkaniyê de dimîne li ser mijarê axivî û ev tişt anî ziman: “Mirov çawa dikare êşa van xelkên mal û milkên xwe winda kirine, bibêje. Îro jî em di konên besît de jiyan dikin. Di konan de li benda rehma rêxistinan de jiyan dikin. Rewşa koçberan gelekî zehmet e. Em dixwazin vegerin malên xwe.”

Koreş di berdewama axaftina xwe de metirsiya xwe anî ziman ku rewşa jiyana wan wiha dewam bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em tu carî qebûl nakin rewşa me wiha bimîne. Divê êş û zehmetiya hezaran koçberan bi dawî bibe. Hemû vegerin warê xwe.”

Koreş, da zanîn hêviya wî bi peymana 10’ê Adarê ya di navbera Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdê û Serokê Hikûmeta Şamê Ehemd El Şeri de hatiye imzekirin heye û wiha dom kir: “Di peymana 10’ê Adarê de xala vegera koçberan a bi ewle heye. Lê heta niha rayedarên Şamê ji pêkanîna xalên wê direvin. Li gorî xalên peymanê divê koçber vegerin malên xwe. Lê heta niha ev benda peymanê pêk nehatiye. Şam jê direve. Em dixwazin xalên peymanê pêk werin, divê em bi awayekî misogerkirî vegerin malên xwe. Mafê me ye em bi awayekî bi ewle vegerin ser warê xwe. Divê dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyeyê were derxistin. Parastina gelê me misoger bibe.”

Koçberê bi navê Ebdulrezaq Mihemed behsa rewşa koçberiyê ya dijwar di hindirê kampê de kir û ev tişt anî ziman: “Em li vir rewşa zehmet û dijwar a koçberiyê jiyan dikin. Çavkaniyên jiyanê yên sereke nayên peydakirin. Zarokên me zehmetiyan jiyan dikin. Bi taybet di demsala havînê de germa derbasî nava konên me dibe. Dihat payînkirin em bi awayekî demkî di van konan de bimînin. Lê koçberî dirêj kir. Zehmetiyên me dijwartir dibe. Gerek em bi ewle vegerin warê malên xwe. Divê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li ser pêkanîna xalên itîfaqa 10’ê Adarê cidî be. Bi taybet xalên vegera bi ewle ya koçberan.”

Mihemed helwesta hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê di vê derbarê de rexne kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mixabin hikûmeta Şamê ji pêkanîna itîfaqê direve. Ji bo pêkanîna wê tu kedê nade. Rewşa me berûvajî kapmên din ên hatin vekirin û welatî bi giştî vegerayan warê xwe. Em daxwaz dikin bi awayekî lezgîn em vegerin warê xwe.”

Peymana 10’ê Adarê ya di navbera Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdê û Serokê Hikûmeta Şamê Ehmed El Şeri de hate imzekirin, ji 8 xalan pêk tê. Yek ji xalan dibêje “Vegera koçberan a bi ewle ji bajarok û gundên wan re were misogerkirin. Dewleta Sûriyeyê parastina wan jî misoger bike.”

(dc)

ANHA