Nivîskar Lema Elî romana "Zehra" îmze kir

Nivîskar û wêjevan Lema Elî bi çalakiyekê romana xwe ya bi navê ''Zehra" îmze kir.

Nivîskar Lema Elî romana "Zehra" îmze kir
Nivîskar Lema Elî romana "Zehra" îmze kir
Nivîskar Lema Elî romana "Zehra" îmze kir
Nivîskar Lema Elî romana "Zehra" îmze kir
Nivîskar Lema Elî romana "Zehra" îmze kir
21 nîsan, 2026   18:01
QAMIŞLO

Nivîskar û wêjevan Lema Elî bi çalakiyekê romana xwe ya bi navê “Zehra” îmze kir ku serpêhatiya jiyana dayîka xwe Zehra Reşîd vedibêje. Çalakiya îmzekirina pirtûkê li Pirtûkxaneya Şilêr a li bajarê Qamişloyê bi amadebûna hejmarek nivîskar, rewşenbîr, wêjevan û xebatkarên qada çandê pêk hat. 

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê û gotina dengbêjiyê ji hêla Hunermend Ferhad Beghenadî ve dest pê kir. Piştre nivîskar Lema Elî pirtûka xwe da naskirin.

 Çalakî bi îmzekirina hejmarek ji çapên romanê bi dawî bû.

Dayîka Lema Elî di sala 2023`an bi nexweşiya penceşêrê dikeve û di heman salê de jiyana xwe ji dest dide. Lema Elî Piştî wefata dayîka xwe vê dest bi nivîsandina romanê dike. Roman ji 183 rûpelan pêk tê. Di romanê de Lema Elî serpêkhatya dayîka xwe, di şexsê dayîka xwe de behsa  serpêhatiyên jinan jî kiriye, bandor zewaca bi temenê biçûk, bêîradekirina jinan, çîroka xwîşka wê, zilma ku li dijî gelê herêmê vedibêje. Şoreşa Rojava jî beşeke ji romanê ne. Her wiha Lema Elî bi rêya vê romanê de bal kişandiye ser êş, windahî, destkeftî û hestên serkeftinê yên di Şoreşa Rojava de jî.

Roman sala 2025'an ji aliyê Weşanxaneya J&J ve li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê hatiye çapkirin û ev cara yekemîn e tê îmzekirin.

LEMA ELÎ KÎ YE?

Nivîskar û wêjevan Lema Mihemed Elî sala 1974`an li gundekî girêdayî bajarê Dêrikê jîdayîk bûye. Lê ji zarokatiya xwe û heya niha jiyana xwe li Qamişloyê didomîne. Piştî 30 saliya xwe Lema dest bi xwendinê kiriye, li zanîngeha rejîmê beşa bazirganî û aborî xwendiye, lê xwendina xwe temam nekiriye. Lema destpêka vekirina Zanîngeha Rojava beşa wêjeya Zimanê Kurdî xwendiye. 6 salan jî di akademiyên têkildarî mamosteyan de dersa wêjeya Kurdî daye.

BERHEMÊN WÊ

3 pirtûk (helbest, kurteçîrok û lêkolînê) yên Lema Elî hene. Dîwana “Hestên Zêr” sala 2024'an ji aliyê Weşanxaneya J&J a li Bakurê Kurdistanê ve hat çapkirin.  Kurteçîrok “Henase” sala 2023'an li Rojavayê Kurdistanê bi alîkariya Dîwana Wêjeyê û ji weşanên Şilêr hat çapkirin. Di sala 2025'an de pirtûka bi navê "Berbang" derxist ku ji gotarên lêkolînê li ser kesayetên wejeyî ve pêk tê, ji aliyê weşanên Şilêr û Dîwana Wêjeyê ve hat çapkirin.

(sb- fk/bb)

ANHA