Newaf Selam: Em bi hêvî ne şerê li Lubnanê bi dawî bibe

Serokê hikumeta Lubnanê Newaf Selam hêvî kir ku şerê li Lubnanê bi dawî bibe û diyar kir ku pêwîstî bi bêçekirina Hizbullahê û rêya dîplomasiyê bi Îsraîlê re bişopînin.

Newaf Selam: Em bi hêvî ne şerê li Lubnanê bi dawî bibe
21 nîsan, 2026   19:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikumeta Lubnanê Newaf Salam di axaftina xwe ya di Konseya Karûbarên Derve ya YEˊyê li Luksemburgê de daxwaza mayîndekirina agirbesta ku ji roja çarşemê ve bi Îsraîlê re ketiye meriyetê û her wiha daxwaza "rawestandina şerên bi wekalet li ser axa Lubnanê" kir.

Li gorî Ajansa France-Presse (AFP), Selam der barê agirbestê de got "Em hêvî dikin ku ew domdar be û dawî li şerên wekaletan ên ku bi salan e barê Lubnanê dikişînin bîne."

Selam destnîşan kir ku Lubnan di şerekî de ye ku li ser hatiye ferzkirin û êdî bidawîkirina wê pêwîstiyek e. Selam anî ziman ku divê biryara şer û aştiyê di destê dewletê be û hikumet pabend e ku biryara bêçekirina Hizbullahê bi cih bîne û rêya dîplomasî bi Îsraîlê re bişopîne.

Selam spasiya xwe ji bo piştgiriya ku Lubnanê wergirtiye anî ziman û diyar kir ku welatê wî ji bo rûbirûbûna krîza mirovî ya bêhempa û ji bo piştgiriya artêşa Lubnanê, hêzên ewlehiya navxweyî û hewldanên vejîn û ji nû ve avakirinê hewceyê hevkarên xwe yên Ewropî ye.

(ac/fr)

ANHA