Nivîskar Ebas Îsmaîl bi 40 pirtûkên xwe beşdarî pêşangehê bû

Nivîskar Ebas Îsmaîl bi 40 pirtûkên xwe beşdarî Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navnetewî ya 9’emîn bûye. Pirtûka wî ya herî balê dikişîne jî pirtûka “Kurdên li Sûdanê” ne.

Nivîskar Ebas Îsmaîl bi 40 pirtûkên xwe beşdarî pêşangehê bû
Nivîskar Ebas Îsmaîl bi 40 pirtûkên xwe beşdarî pêşangehê bû
Nivîskar Ebas Îsmaîl bi 40 pirtûkên xwe beşdarî pêşangehê bû
Nivîskar Ebas Îsmaîl bi 40 pirtûkên xwe beşdarî pêşangehê bû
25 cotmeh, 2025   04:35
QAMIŞLO

Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê, di navbera 20-26’ê Cotmehê de Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9’emîn, li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê li dar dixe.

51 weşanxane, weşan, kovar, navend, nivîskar, komele û pirtûkxaneyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bajarên Sûriyê (Şam, Dera, Latqiyê, Heleb) Lubnan, Belçîka û Bakurê Kurdistanê -Tirkiyeyê, beşdarî pêşangehê bûne.

Nivîskar Ebas Îsmaîl jî bi 40 pirtûkên xwe, li beşa wî ya taybet beşdarî pêşangehê bû. 37 pirtûkên wî bi kurdî û 3 jî bi zimanê erebî ne. Pirtûka wî ya herî bal kişandiye jî, ya bi zimanê erebî ya “Kurdên li Sûdanê” ye. Nivîskar di pirtûka xwe de qala Kurdên ku di dema Selaheddînê Eyyûbî de ji Wanê çûne Sûdanê, dike.

Pirtûkeke wî ya din a balê dikişîne jî pirtûka “Çîvanok û Pêknok” e ku pêkenokên kevnar ên kurdî tê de cih digirin.

Ebas Îsmaîl li Qamişloyê ji dayik bûye û xwendiye, di salên 80’yî de helbest dinivîsandin. Ebas Îsmaîl dibêje ku ew rojên Înê di şevbuhêrkên seydayê Cegerxwîn de rûdiniştin û li helbestên wî guhdarî dikir.

Di salên 80’yî de Ebas Îsmaîl helbest dinivîsandin, lê piştî di sala 1982’yan de nivîskar, lêkolîner û dîroknasê Kurd Prof. Celîlê Celîl ji Ermenistanê tê Qamişloyê, dibe mêvanê Ebas Îsmaîl. Ebas Îsmaîl dibêje, “Celîlê Celîl ji min re got ‘divê tu ji niha û pê ve bi kurdî binivîsî. Divê hûn folklora kurdî kom bikin û nehêlin winda bibe.”

Nivîskar Ebas Îsmaîl jî piştî wê xwendin û nivîsandina xwe ya kurdî bi pêş dixe û di sala 1990’î de yekem pirtûka xwe ya bi kurdî “Gula Civatê” dinivîse ku li ser folklora kurdî ye.

Ebas Îsmaîl spasiya Rêveberiya Xweser dike ku zanîngehên kurdî vekirine û dibêje: “Min pirtûkên xwe yên destpêkê bi dizî çap kirin, îro ciwanên me azad in. Ez bang li ciwanan dikim ku xwedî li ziman, dîrok û folklora xwe derkevin.”

Ebas Îsmaîl pirtûkên xwe nafiroşe, tenê dixwaze bide nasîn û ji bo wê beşdarî pêşangehê bûye.

(bî)

ANHA