Çekdarên rûgirtî êrişî gundên Tertûsê kir

Piştî ku çekdarên rûgirtî, bi motorsilklêtan û erebeyên bênumre bi ser malên welatiyan de girtin û bê serûber gule li welatiyan reşandin û tiştên wan dizîn, xelkê gundewarê Sehil Ekar ê Tertûsê tirsekê dijîn.

Çekdarên rûgirtî êrişî gundên Tertûsê kir
24 cotmeh, 2025   17:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundên Sehil Ekar ê Tertûsê, piştî êrişên çekdarên rûgirtî di çend rojên borî de pêk anîne, rageşiyeke ewlehiyê derket.

Li gorî çavkaniyên xwecihî ku agahî dane Navenda çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), komeke çekdarên nenas li motorsiklêt û erebeyên bê numre siwar bûbûn, bi gelek gelek gundan de; Semekê, Dekîkê, Ziyade, El Mintar û Sefsafe de girtin. Çekdar bêserûber gule li malan reşandin, li hin şêniyan da, mal û milkên wan dizîn.

SOHRˊê da zanîn ku heta niha tu deswerdaneke ewlehî ya fermî ji bo vehewandine bûyerê çênebûye, şênî di rewşeke fikar û tirsa nûbûna êrişan dijîn.

Ev rageşî, piştî çend rojan ji bûyera ku li gundewarê Tertûsê çêbûye pêk hat. SOHRˊê di 21ˊê Cotmehê (2025) belge kiribû ku mezarê Şêx Mihemed Basinorî yê li gundê Morid ê bajarê Banyasê bi bomebeyan hat êrişkirin. Di encamê de mezar şewitî û bi temam hat xerakirin.

Xelkê taîfeya Elewî li hember vê bûyerê hêrsa xwe nîşan da û komên çekdar ku ji derveyî herêmê ne tawanbar kiribû.

(fr)