Parlamentera DEM Partiyê: Ji bo mafê hêviyê divê zagona 107'an bê guhertin

Parlamenta DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan ku di 21’ê Cotmehê de ji bo pêkanîna mafê hêviyê pêşnûmeyek da parlamentoya Tirkiyeyê, got “Ji bo mafê hêviyê pêk bê, divê zagona 107’an bê guhertin. Lê ji bo ku pêşiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan venebe, dewleta Tirk guhertinê nake.”

Parlamentera DEM Partiyê: Ji bo mafê hêviyê divê zagona 107'an bê guhertin
25 cotmeh, 2025   04:05
NAVENDA NÛÇEYAN
BERÎTAN ÎRLAN

Di 1’ê Cotmeha 2024’an de, serokê giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) a Tirkiyeyê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya parlamentoyê de bang li Rêber Abdullah Ocalan kiribû û diyar kiribû ku eger gav werin avêtin, dê deriyê mafê hêviyê heta dawiyê bê vekirin. 

Piştî banga Bahçelî, Rêber Abdullah Ocalan jî di hevdîtina bi biraziyê xwe û parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan de gotibû ku eger şert û merc werin avakirin ew xwediyê wê hêza teorîk û pratîk e ku pirsgirêkê ji zemîna şer bikişîne ser zemîna siyasî û hiqûqî.

Rêber Abdullah Ocalan 27’ê Sibata 2025’an jî Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya dîrokî kiribû. Piştî bangê PKK’ê di 5-7’ê Gulana 2025’an de kongreya xwe ya 12’emîn pêk anî û biryara fesixkirinê da. Dîsa li ser banga Rêber Abdullah Ocalan komek gerîlayên Kurdistanê wekî niyeta baş çekên xwe şewitandin û xwestin ku gavên siyasî, hiqûqî werin avêtin.  

Li aliyê din bi banga Rêber Abdullah Ocalan re li parlamentoya Tirkiyeyê komîsyonek hat avakirin û dest bi hevdîtinan kir. Lê tevî hemû bangan jî heta niha bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin çênekiriye. Dîsa li parlamentoyê gavên yasayî nehatine avêtin.

Gelek derdorên siyasî, hiqûqî û akademisyen balê dikişînin ser gavên ku Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdisatinê avêtine û bang li desthilatdariyê dikin ku gavan bavêje. Mijareke sereke ya ku tê rojevê jî pêkanîna mafê hêviyê ye.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku heta niha têkildarî mijarê çend caran hişyarî dane Tirkiyeyê, di civîna xwe ya dawî de, heta Hezîrana 2026’an de dem da Tirkiyeyê ku gavan bavêje. Her wiha bal kişand ser rola Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Netewî ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê hatiye avakirin.

Lê heta niha ne dewleta Tirk gav avêt û ne jî komîsyonê mijara mafê hêviyê bi awayek fermî aniye rojeva xwe.

DEM PARTIYÊ PÊŞNÛME PÊŞKÊŞ KIR

Di vê pêvajoyê de ku nîqaşên li ser mafê hêviyê didomin, parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan 21’ê Cotmehê bi sernavê, “Ji bo ku qedexeya serbestberdana kesên cezayê muebetê yê girankirî li wan hatiye birîn bê rakirin û di sala 25’an de derfeta serbesberdanê pêk bê” pêşnûmeyeke qanûnê pêşkêşî parlamentoya Tirkiyeyê kir. Di pêşnûmeyê de hat diyarkirin ku pêkneanîna mafê hêviyê li dijî mafê mirovan e û hat xwestin ku gavên yasayî werin avêtin. 

Newroz Uysal Aslan têkildarî mijarê pirsên me bersivandin.

Di demên dawîn de mijara mafê hêviyê zêdetir ketiye rojevê, we jî di vê mijarê de pêşnûmeyek pêşkêşî parlamentoya Tirkiyê kir, li gorî proseduran dê ev pêşnûme çawa bê rojeva parlamentoyê û bê nîqaşkirin?

Me ji bo guhertina yasayî û bicihkirina mafê hêviyê pêşnûmeyeke zagonî da parlamentoyê. Li gorî zagon û makezagona Tirkiyeyê, cihê ku dê vê zagonê derbixe parlamento bi xwe ye. Mijarên guhertina yasayan an jî pêkanîna biryarekê an bi rêya komîsyonan tên rojeva lijneya giştî, yan jî parlamenter bixwe kîjan pêşniyarê bike, li gorî wê pêşnûmeya zagonê amede dike û pêşkêşî serokatiya parlamentoyê dike.

Serokatiya parlamentoyê jî van zagonan dixe rojeva xwe, ji bo nîqaşkirinê dide komîsyonek eleqedar. Eger ji aliyê komîsyonê ve hat erêkirin, ji bo ku were erêkirin an jî redkirin pêşkêşî lijneya giştî ya parlamentoyê tê kirin. Li wir nîqaş li ser tên kirin, piştre dikeve dengdayînê û yan fermî dibe yan jî tê redkirin. Dema pêşnûme weke yasa derket, di rojnameya fermî de tê weşandin.

Me jî li gorî vê prosedurê pêşnûmayek pêşkêş kiriye. Em dibêjin di vê mijarê de bêmafiyek heye û pêşniyar dikin ku guhertina zagonî çêbibe. Me ev pêşnûme da rêveberiya parlamentoyê. Yan dê serokatiya parlamentoyê bixwe rasterast bîne rojeva lijneya giştî, yan dê bide komisyona eleqedar. Heta ku serokatiya parlamentoyê neşîne lijneya giştî mijar nakeve dengdanê. Heta neyê nîqaşkirin û dengdayîn çênebe jî, fermî nabe, pêk nayê.

Mafê hêviyê 2014’an derkete holê, ji sedan zêdetir pêşniyarên me çêbûn. Lê ev pêşniyar li komîsyonê tên rawestandin, lewma nayên nîqaşkirin û derbas nabin.

Di ‘Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Neteweyî’ de mafê hêviyê tê nîqaşkirin, lê heta niha bi awayekî fermî neketiye rojeva wê. Gelo dê bikeve rojevê yan ne, ji bo bikeve rojevê dê hewldanên DEM Partiyê çi bin?

Ji bo Tirkiyeyê mijara mafê hêviyê ji xwe bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû rojev. Dewleta Tirk ji bo pêşiya azadiya wî bigire cezayê muebeta giran anî, ew jî tê wateya ku heta hetayê di girtîgehê de bimîne. Ev ferzkirin maddeya sêyemîn a Hevpeymana Mafê Mirovan a Ewropayê binpê dike û divê bê guhertin. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî biryar girtiye. Pêwîst bû ku Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ji bo pêkanîna vê biryarê, mafê hêviyê anîba rojava parlamentoyê. Lê heta niha guhertin çênebûye. Raste, mijar ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye rojevê, lê gelek girtiyên din ên ku cezayê muebeta girankirî lê hatiye birîn hene û nehatine berdan.

NÊZÎKATIYEKE SIYASÎ HEYE

Piştî serhildanên rêveberiyên xweser yên sala 2015’an û derbeya 2016’an, cezayê muebeta girankirî li gelek kesan hat birîn. Raste, hinek deman bû rojev, lê dewleta Tirk dijî seknekê nîşan dide. Dibêje “eger ez muebeta girankirî biguherim, dê pêşiya azadiya Abdullah Ocalan vebe, ez naguherim”. Nêzîkatiyek wiha ya siyasî derkete holê. Ji bo guherînê parlamenteran bi sedan pêşnûme dane, civîn û axaftin li ser hatine kirin. Lê neketiye rojevê, sedema wê jî sekna dewleta Tirk a li hemberî Rêberê Gelê Kurd e. Ji ber ku azadiya Rêberê Gelê Kurd bi çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Rojhilata Navîn ve girêdayî ye. Eger di şer de israrkirin nebûya û ji bo çareseriyê guherandin çêbibûna, dê ev zagon jî hatiba guhertin. Ji ber ku di aliyê prosedurê de hêsan e.

Ji bo pêkanîna mafê hêviyê gelo tu astengiyên yasayî hene yan ne, eger nebin çima pêk nayê?

Astengiyên yasayî hene, ji xwe mafê hêviyê bi xwe çavkaniya xwe ji mijarek yasayî digire. Di yasa derbarê cezayên muebetê de tê gotin ku kesên li hemberî dewletê û makezagonê ceza girtine, dê  heta dawî di girtîgehê de bimînin. Mafê wî/wê yê derketinê tune ye. Bingaa astengiyê rasterast zagon e. Ji bo ku astengî ji holê rabe û mafê hêviyê were bicihanîn, divê ev yasa bê guhertin. Ev yasa çiye? Zagona înfazê ya 107’an û divê bê guhertin. Li ser mijarê gelek pêşniyarên me hene. Eger ev zagon neyê guhertin, dîsa bi wê zagonê ve girêdayî eger zagona ‘têkoşîna bi terorê re’ û ‘zagona ceza’ neyê guhertin, em nikarin bêjin mafê hêviyê heye. Bingeha wê zagonî ye, cihê wê çareseriyê parlamento ye, guhertinên yasayî ne. Eger ev vîna guherîna yasayê derbikeve, dê pêk bê. Guhertina wê ne pir zehmet e. Tenê nîşandana vînê pêwîst e. Ji ber ku ev yasa di kesayeta Rêber Ocalan de derket, guhertina wê jî divê li gorî nêzîkatiya bi kesayeta wî re bê pêkanîn. Heta ku mafê hêviyê neyê pêkanîn, em ê nikarin bêjin çareserî û vîna guhertina di mijara Kurd de çêbûye. Bicihanîna mafê hêviyê, bicihanîna çareseriyê û nêzîkatiya aştiyê nîşan dide.

(a)

ANHA