Nivîsgeha Jinan a MSD’ê panelek li dar xist

Nivîsgeha Jinan a MSD’ê panelek bi sernavê ‘Êşên jinan li gel krîza Sûriyeyê’ li dar xist.

Nivîsgeha Jinan a MSD’ê panelek li dar xist
Nivîsgeha Jinan a MSD’ê panelek li dar xist
Nivîsgeha Jinan a MSD’ê panelek li dar xist
Nivîsgeha Jinan a MSD’ê panelek li dar xist
Nivîsgeha Jinan a MSD’ê panelek li dar xist
Nivîsgeha Jinan a MSD’ê panelek li dar xist
Nivîsgeha Jinan a MSD’ê panelek li dar xist
11 adar, 2024   15:28
ŞEHBA

Panel li navenda Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a navçeya Ehdas a kantona Efrîn û Şehbayê bi navê "Êşên jinan li gel krîza Sûriyeyê" hat lidarxistin. Bi dehan endamên partiyên siyasî, sivîl û rêxistinên jinan beşdarî panelê bûn.

Di panelê de hevseroka Nivîsgeha MSD’ê ya Şehbaye Bêrîvan Elî axivî û wiha got: “Ji destpêka krîza Sûriyeyê ve her roj rastî kiryaran tên. Ev kiryar jî ji hêla lşekerî, siyasî û psîkolojîk ve ne.Di nava vê krîzê de xwestin jin herî lewaz bin. Jin di her kêliyê de bûn qurbaniyên van kiryaran.”

Bêrîvan Elî wiha domand: "Yek ji sûcên herî zêde ku li dijî jinan hatine kirin, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrîna dagirkirî ne. Dîmenên revandina jinên Kurd û veşartina wan di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de, di bîra me de ne.”

Her wiha bi nîşandana sînevîzyonekê panel bi dawî bû.