Li Himsê cenazeyê mêrekî hate dîtin

Li gel tevliheviya li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de, li Himsê cenazeyê mêrekî (70) hate dîtin.

Li Himsê cenazeyê mêrekî hate dîtin
11 adar, 2024   15:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Himsê cenazeyê mêrekî (70) di mala wî ya li taxa El Sebîl de hate dîtin. Li gorî navendê, şûnên xeniqandinê li ser cenaze hene. 

Li gorî îdiayan, kujer pê re nakok bûye û bi hevkariya hevalekî xwe ew kuştiye û pere jê dizîne.

SOHR`ê aşkera kir ku ji destpêka salê ve 64 bûyerên kuştinê çêbûne, sedema gelek ji wan tundiya malbatî û dizî ye. Di encamê de 67 kes hatine kuştin, ji wan 3 zarok, 13 jin û 51 mêr û ciwan in. Piraniya bûyeran jî li Dera û gundewarên Şamê çêbûne.

(şx)