Têkildarî Serhildana Qamişloyê li Helebê semîner

Siyasetmedaran di semînera li Helebê de got Serhildana Qamişloyê rê li pêşiya xwepêşandanên li Sûriyeyê yên sala 2011`an vekir.

Têkildarî Serhildana Qamişloyê li Helebê semîner
11 adar, 2024   15:26
HELEB

Bi boneya salvegera Serhildana 12`ê Adarê û salvegera destpêkirina aloziya Sûriyeyê (15`ê Adarê), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) semînerek li hola civînan a MSD`ê ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist. 

Di semînerê de edama Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê Fatme El Hesîno behsa sedemên destpêkirina xwepêşandanên li Sûriyeyê kir.

Fatmeyê serhildana Qamişloyê, bi hewldana yekemîn a gel ji bo ku nerazîbûna xwe li hemberî siyasetên cudakirinê yên li dijî gelê Kurd rave bike û rê li pêşiya xwepêşandanan vekir ku ji beriya 7 salan dest pê kir.

Dûre endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Eyşe Hiso axivî û destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan bûyerên li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê bi ‘Bihara Gelan’ wesifand.

Eyşe got: "Serhildana Qamişloyê çirsûka Şoreşa 19`ê Tîrmehê vêxist. Gel tê de îsbat kir ku dikare xwe bi rê ve bibe. Bi saya serhildana Qamişloyê, projeya demokratîk li herêmê pêk hat."

(şx)

ANHA