Di pevçûnên li Silêmaniyê de 3 kes mirin, 15 kes birîndar bûn

Di şer û pevçûnên dijwar ên duh bi şev li Silêmaniyê derketîn de, 3 endamên hêzên ewlekariyê hatine kuştin û 15 kes jî birîndar bûne.

Di pevçûnên li Silêmaniyê de 3 kes mirin, 15 kes birîndar bûn
22 tebax, 2025   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitîya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) duh êvarê fermana binçavkirinê ji bo Serokê Eniya Gel (Berey Gel) Lahûr Şêx Cengê derxist. Duh bişev di navbera hêzên YNK’ê yên ku hewl didan bikevin Otêla Lalezarê ku Lahûr Şêx Cengî lê ye û hêzên girêdayî Lahûr Şêx Cengî de pevçûn derket. 

Piştî şer û pevçûnên dijwar yên 4 saetan, serokê Eniya Gel Lahûr Şêx Cengî hate binçavkirin.

Li gorî agahiyan  Rojnewsê Lahûr Şêx Cengî re, birayên wî Polad Şêx Cengî û Aso Şêx Cengî jî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê ve hatine binçavkirin.

Tê gotin berpirsê hêza ‘Dupişk’ ya girêdayî Lahûr Şêx Şengî, Rebwar Hamî Hacî Xalî jî xwe radestî hêzên ewlekariyê kiriye.

Di encama şer û pevçûnên duh şev li Silêmaniyê qewimiyîn de, 3 endamên hêzên ewlekariyê hatine kuştin û 15 kes jî birîndar bûne. Birîndar rewşa wan ne girane, li nexweşxaneya Şar tên dermankirin.

Lê heta niha têkildarî hejmara kuştî û birîndarên hêzên Lalezar yên ser bi Lahûr Şêx Cengî tu  agahî nehatine belavkirin.