Deverên Nihêlê û Sergelê yên Duhokê hatin bombebarankirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker deverên Nihêlê û Sergelê yên girêdayî parêzgeha Duhokê bombebaran kirin.

Deverên Nihêlê û Sergelê yên Duhokê hatin bombebarankirin
11 adar, 2024   21:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Sabereen a Iraqê ragihand ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker kêmek beriya niha deverên Nihêlê û Sergelê yên girêdayî navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Duhokê bombebaran kirin.

Heta niha têkildarî zirar û ziyanên bombebaranan tu agahiyên zelal nehatin bidestxistin.