Partiya Baasê ya nû: Sekreteriya Giştî ya Kar û Barên Siyasî a Sûriyeyê

Sekreteriya Giştî ya Kar û Barên Siyasî ku ji hêla hikumeta veguhêz ve hatiye avakirin, ezmûna partiya Baasê dubare dike û qada siysî ya welêt tengav dike.

Partiya Baasê ya nû: Sekreteriya Giştî ya Kar û Barên Siyasî a Sûriyeyê
14 cotmeh, 2025   06:33
ŞAM

Sekreteriya Giştî ya Kar û Barên Siyasî ku bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve girêdayî ye, ketiye şûna Partiya Baas a Sosyalîst a Ereb a berê. Di rojên dawiyê de, li ser avahiya berê ya partiya Basaê li Şamê armeyên nû hatin daliqandin û navê wê bû Sekreteriya Giştî ya Kar û Barên Siyasî. Ev rewş dişibe serdema Partiya Baasê dema ku dest danîbû ser qada siyasî ya welêt û li gorî berjewendiyên xwe bi rê ve dibir.

Di 27`ê Adara 2025an de, Wezareta Karên Derve ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi biryara wezîr, Sekreteriya Giştî ya Kar û Barên Siyasî ava kir, qaşo armanca wê "xurtkirina xebata siyasî" ye.

Ji dema ku bi awayekî fermî di sala 2024`an de hatiye ragihandin, ev sazî di hikumeta veguhêz de, bi wezîrê kar û barên derve û koçberan Esed El Şeybanî ve girêdayî ye. El Şeybanê berî jî di Hikumeta Rizgariyê ya girêdayî Heyet Tehrîr El Şam de wezîrê karên derve bû, lê bi navê Zeyd El Etar (Ebû Ayşa) dihat nasîn.

Ev kiryar wek binpêkirineke aşkera ya destûrê tê şîrovekirin, ji ber ku birêxistinkirina kar û barên siyasî yên navxweyî erka Wezareta Karên Hundir, ne Wezareta Karên Derve.

Nûnerên "sekreteryayê" li piraniya herêmên Sûriyeyê yên di bin kontrola hikumeta veguhêz de hene, li Şam û gundewarên wê, Heleb, Lazqiyê, Tartûs, Hums, Hema, Deraa, Quneytra, Siwêda, Dêrazorê û Idlibê.

Ji dema ku hatiye avakirin, destwerdana kar û barên rêxistinên sivîl kiriye, Meclisa Navendî ya Baroyê hilweşandiye û mecliseke demkî li şûna wê tayîn kiriye. Her wiha zêdetirî 28 xebatkar li Nexweşxaneya Karkeran a Humsê ji kar dûr xistine.

Welatiyên Sûriyeyê dibêjin, Sekreteriya li gorî hişmendiya siyasî ya "Partiya Baasê" tev digere. Ev nîşan dide ku hewldan tê kirin ku modela yek-partî were çespandin.

Çalakvanekî mafên mirovan ku nexwst navê xwe aşkera bike, ji nûçegihnê me re diyar ku dayîna erkê birêxistina çalakiyên siyasî yên navxweyî bo Wezareta Karên Derve binpêkirineke destûrî ye, ji ber ku erka wê wezaretê ew e ku bi kar û barên dîplomatîk û têkiliyên navneteweyî ve mijûl bibe.

Çalakvanê mafên mirovan her wiha diyar ku biryara ku ji hêla wezîrê karên derve ve ji bo damezirandina Sekreteriya Giştî ya Kar û Barên Siyasî hatiye dayîn, tu bingeheke wê ya qanûnî an destûrî tune ye, ji ber ku ew desthilat di destê wezîr nîn e ku bêyî qanûneke erêkirina parlemanê, saziyên siyasî yên nû ava bike.

(k)

ANHA