Li Babê zarokek bi guleya çeteyan hat qetilkirin

Li gundewarê rojhilatê Helebê zarokek bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker hat qetilkirin.

Li Babê zarokek bi guleya çeteyan hat qetilkirin
24 cotmeh, 2025   17:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz de û herêmên ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin sûcên revandin, qetilkirin û hwd didomin. Îro jî li gundewarê bajarê Babê yê rojhilatê Helebê di navbera şêniyan û endamên dewriyeyeke gumrikê de pevçûn derket, di encamê de guleyek li zarokekê ket û jiyana xwe ji dest da.

Di dîmenên şêniyan kişandine û çalakvanên Sûriyeyî belav kirine de rûyên êrişkarên zarok qetil kiriye, aşkera ne.

(fr)