Nexweşxaenya yekane ya li Xezayê  ji xizmetê derket

Piştî fermana artêşa Îsraîlê ya valakirina herêmê, nexweşxaneya yekane li başûrê Xezayê jî ji xizmetê derket.

Nexweşxaenya yekane ya li Xezayê  ji xizmetê derket
26 tebax, 2024   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredariya Til Belekê ragihand ku nexweşxaneya hikumetê ya ku bi tenê mabû xizmet pêşkêş dikir, jî xizmetê derket.

Şaredariyê bi bîr xist ku nexweşxane piştî ferman artêşa Îsraîlê ya valakirina herêmê ji xizmetê derket.

Wezaretê Tenduristiyê ya Xezayê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku nêzî 100 nexweş li nexweşxaneyê mane û diyar kir ku ji nexweşan 7 kes di bin çavdêriya awarte de ne.

Artêşa Îsraîlê bang li Filistîniyên li herêma Blok 128 a li rojhilatê bajarê Dêr Belehê kiribû ku ji herêmê derkevin. Artêşê ku ev ewilî ev herêm wekî "Ewle" destnîşan kiribû, vê dawiyê wekî " herêma şer a xeternak" diyar kir.

 Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ji destpêka şer ve (Cotmeh 2023) heta niha 40 hezar û 435 kes di encama êrişên Îsraîlê de li Xezeyê hatin kuştin û 93 hezar û 534 kes jî birîndar bûn

Wezaretê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 33 kes hatin kuştin û 66 kes jî birîndar bûn Hate ragihandin ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve li Xezeyê 93 hezar û 534 kes birîndar bûn.

(bb)