Êzidî kom bi kom berê xwe didin Şengalê

Koçberên Êzidî ya ji bo Şengalê bê navber dewam dike, di demên dawî de ji ber aramiya li Şengalê kom bi kom Êzidî ji kampên PDK’ê berê xwe didin Şengalê.

Êzidî kom bi kom berê xwe didin Şengalê
26 tebax, 2024   15:28
Navenda Nûçeyan

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya hewldanên hikumetê yên ji bo vegerandina koçberan de, îro 732 koçber ji kampên Dihokê vegeriyan ser cih û warên xwe yên li Nînova û Şengalê.

Hate gotin ku ji bo kesên vedigerin, alîkariya aborî tê kirin û hewldanên ji bo vegera koçberan ya li nav kampên Başûr dewam dike.