Şandeyek hikumeta demkî serdana partî û rêxistinên Qamişloyê kir

Şandeyek hikumeta demkî ya Sûriyeyê di çarçoveya gera siyasî li Cizîrê de bi partî û hêzên siyasî yên li Qamişloyê re civiya û gera xwe bi serdana Kongra Star bi dawî kir.

21 nîsan, 2026   20:10
QAMIŞLO

Di çarçoveya tevgerên siyasî yên girêdayî proseya entegrasyonê û bicihanîna bendên peymana 29ˊê Çileyê de, şandeyeke hikumeta demkî ya Sûriyeyê serdanên xwe ji partî û hêzên siyasî yên li Cizîrê re dewam dike.

Şandeya bi serokatiya berpirsê Nivîsgeha Siyasî ya Parêzgeha Hesekê Hesen Ebas serdana Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) kir, gelek mijarên siyasî yên girêdayî pêvajoya heyî nîqaş kirin.

Ev serdana di çarçoveya gera berfireh a ku şande bi armanca nîqaşkirina mekanîzmayên hevkariya siyasî û gavên entegrasyonê di qonaxa bê de bi hêzên cuda yên li herêmê dike de pêk tê.

Girêdayî mijarê, şandeyê serdana ENKSˊê kir û ji hêla endamên serokatiya ENKSˊê Mihemed Îsmaîl, Feysel Yûsif, Silêman Oso, Fesle Yûsif û Ebdulbarî Xelef ve hate pêşwazîkirin.

Dûre şandeyê serdana Rêxistina Asûrî ya Demokratîk kir. berpirsê rêxistinê Gebrîal Mûşî û hejmarek endaman wê ve hat pêşwazîkirin û li ser mijarên siyasî yên hevbeş nîqaş hatin kirin.

Şandeyê gera xwe bi serdana Kongra Star a li Qamişloyê bi dawî kir. Endamên Koordînasyona Kongra Star Bêrîvan Xalid, Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo û endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer pêşwazî li şandeyê kir. Ev serdan nîşaneya berfirehkirina xeleka hevdîtinan e ku tevger û rêxistinên jinan di nava xwe de girtin. Di serdanan de qonaxa siyasî ya heyî û xurtkirina kanalên diyalogê bi tevahî beşên civakê re hatin nîqaşkirin.

(fr)

ANHA