‘Azadiya Rêber Apo rêya aştî û demokrasiyê ye’

Şêniyên Erîşayê diyar kir ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a xwe dispêre aştî, demokrasî û rûmeta mirovahiyê, bandoreke erênî li pêkanîna bawerî û hevborandina di nava civaka herêmê de kiriye.

‘Azadiya Rêber Apo rêya aştî û demokrasiyê ye’
‘Azadiya Rêber Apo rêya aştî û demokrasiyê ye’
‘Azadiya Rêber Apo rêya aştî û demokrasiyê ye’
‘Azadiya Rêber Apo rêya aştî û demokrasiyê ye’
17 cotmeh, 2025   05:10
HESEKÊ
XIDIR EL FEYAD

Desthilata Tirk ev 26 sal e li girtîgeha girava Îmraliyê tecrîd li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye. Şêniyên bajarê Erîşa ya kantona Cizîrê tecrîd şermezar kir û destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan gavek ber bi pêkanîna aştî û aramiya li tevahî herêmê ye.

Têkildarî mijarê endama Komîteya Parastinê ya Meclisa Sivîl a bajarê Erîşa Asya Mihemed axivî û got: “Ramanên Rêber Abdullah Ocalan xwedî roleke mezin a pêşxistina rola jinan in. Rê da me em bi awayekî aktîf cihê xwe di qadên rêveberî û leşkerî de bigirin.”

Asya Mihemed di berdewama axaftina xwe de wiha axivî: “Bi saya ramanên Rêber Apo jinên berxwedêr tevî hemû qadên jiyanê bûn. Em bang li sazî û rêxistinên navneteweyî yên îdia dikin parastina mafê mirovan dikin, ji bo dawî li tecrîda nemerdane were, erka xwe pêk bînin. Em ê ji bo pêkanîna vê yekê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”

Jina bi navê Sîham Mihemed bi bîr xist ku tevgera jinan û tevahî civakê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê navber dewam dike û hestê xwe wiha anî ziman: “Em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidomînin. Em ê dest ji daxwaza xwe ya dîtina wî ya di nava xwe de bernedin. Em bi navê tevahî jinên herêma başûrê Hesekê dibêjin, em ê ji bo pêkanîna azadiya Rêbertî tu carî çalakiyên xwe ranewestînin.”

Welatiyê bi navê Mihemed El Cuma ji civata navneteweyî daxwaz kir ku erka xwe ya exlaqî û mirovî pêk bînin û got: “Em dixwazin dawî li tecrîda li Îmraliyê were. Ev 27 sal e li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. Em bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin, da ku dawî li tecrîda nemerdane were.”

El Cuma di dawiya axaftina xwe de ev tişt an ziman: “Ramanê Rêber Abdullah Ocalan xwe dispêre aştî, demokrasî û mafê mirovan. Bandora wê ya mezin li ser belavkirina çanda hezkirin û borandinê, heye. Riya me ronî kiriye û qadeke nû ji her kesên ji bo azadî û edaletê tekoşîn dike, vekiriye. Azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me dê gaveke ber bi bidawîkirina şer ve be û pêkanîna aramiya tevahî herêmê be.”

(dc)

ANHA