Li Derayê di êrişeke çekdarî de kesek hat kuştin

Li gundewarê bakurê Derayê di êrişeke çekdarî de kesek hat kuştin.

Li Derayê di êrişeke çekdarî de kesek hat kuştin
10 cotmeh, 2025   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li gundewarê Derayê di êrişa çekdarên nenas de şêniyek 60 salî hat kuştin.

SOHR’ê diyar kir ku êriş vê sibehê li bajarokê Nemir ê gundewarê bakurê Derayê hat kirin û destnîşan kir ku çekdarên nenas li motorsîklêltê bûn gule li şênî reşandin û di cih de jiyana xw ji dest da.

Hate diyarkirin ku kesên hatiye kuştin ji bajarokê Cidêdet El Fedil ê gundewarê Şamê ye, lê demeke li bajarokê Nemir dima.

(bb)