Netanyahu: Em ji başûrê Lubnanê venakişin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku hêzên wî ji başûrê Lubnanê venakişin.

Netanyahu: Em ji başûrê Lubnanê venakişin
18 hezîran, 2026   20:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporên medyaya Îsraîlê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di daxuyaniyekê de got, "Heta ku pêdiviyên ewlehiyê yên Îsraîlê hewce bikin, em ji başûrê Lubnanê venakişin."

Netanyahu da zanîn ku "Heta ku ez Serokwezîrê Îsraîlê bim, Îran dê çeka nukleerî negire."

Netanyahu, piştî îmzekirina peymanê ya di navbera Tehran û Amerîkayê de û derketina nakokiyên giştî di navbera wî û Donald Trump de, bal kişand ser girîngiya domandina "têkiliya stratejîk" bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re.

Netanyahu got, "Pevçûn hîn bi dawî nebûye û dijwarîyên din li benda me ne, ku nirxandinek aram û parastinek domdar a berjewendiyên ewlehiyê yên Îsraîlê hewce dike."

(fr)