Tîmên agirkujiyê ji sedî 80 şewata Zirgan û Til Temirê kontrol kiriye

Tîmên agirkujiyê yên ji Hesekê, Zirgan, Dirbêsiyê bi alîkariya şêniyên herêmê ji sedî 80 şewata ku baregehên dewleta Tirk pêxistiye, kontrol kir.

Tîmên agirkujiyê ji sedî 80 şewata Zirgan û Til Temirê kontrol kiriye
18 hezîran, 2026   19:16
HESEKÊ

Tîmên agirkujiyê yên li bajarên Hesekê, Dirbêsiyê û Zirganê şewata ku vê sibehê sedema wê baregehên delweta Tirk bûn û 8 saetan dewam kir, ji sedî 80 kontrol kiriye.

Çavkaniyan daxuyand ku şewat li nêzî baregehên dewleta Tirk ên li Bab El Xêr û Til Mihemed pêket, bi wê re ber bi rûberên berfireh herikî, dirêjî hejmarek gundên Zirganê bû, gihîşt heta satirê axî ya di navbera herêmên dagirkirî û yên Rêveberiya Xweser.

Rêveberê tîmên agirkujiyê yên Hesekê Ehmed Mihdî ji ajansa me re got tîman heta nihar karî ji sedî 80 şewat kontrol bikira. Tedbîrên lez ên hatine girtin, rê li ber berfirehbûna şewatan girt.

Xelîl da zanîn ku tîmên agirkujiyê şewata li tevahî gundên Zirganê vemirand, lê hîna li hin gundên Til Temirê şewat heye, tîm hewl didin vemirînin.

Li gorî texmînên destpêkê, nêzî 20 donim genim û 10 donim ceh şewitînin û yên din jî pirêze şewitîn.

(fr)

ANHA