Netanyahu: El Şerî kanaleke dan û standinê bi Îsraîlê re vekir

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got Ehmed El Şerî “kanaleke dan û standinê” bi Îsraîlê re vekir û diyar kir "Aştî ji bo sûriyeyiyan vebijêrkeke sûdewar e, lê pevçûn ziyan e.”

Netanyahu: El Şerî kanaleke dan û standinê bi Îsraîlê re vekir
8 tîrmeh, 2025   14:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Reutersê ragihand ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di hevdîtina xwe ya li gel serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump a li Qesra Spî de got Ehmed El Şerî "kanaleke dan û standinê bi Îsraîlê re vekir û derfeteke rastîn ji bo aştiyê afirand". Netanyahu hişyarî da ku "Eger sûriyeyî vegerin pevçûnê dê ziyan li wan bibe û ger ew aştiyê hilbijêrin dê ji bo wan bi sûd be.”

Netanyahu her wiha got: "Rewşa li Sûriyeyê bi awayekî bingehîn guheriye. Desthilata Îranê û Hizbullah êdî wekî berê nemaye, vê yekê derfetên nû ji bo aramî û aştiyê li herêmê afirandine."

Der barê heman mijarê de, nûnerê taybet ê DYA’yê yê li Sûriyeyê Thomas Barrack di civîneke çapemeniyê de li Beyrûtê diyar kir ku "diyalog di navbera hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û Îsraîlê de dest pê kiriye.”

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê jî duh piştî şêwirmendiya bi serdozgerê giştî û Wezareta Xezîneyê re, ragihand ku Heyet Tehrîr El Şam ji lîsteya rêxistinên terorîst ên biyanî hatiye derxistin.

(k)