Li Idlibê erebeyek hat bombebarankirin

Li bakurê Idlibê erebeyek hat bombebarankirin.

Li Idlibê erebeyek hat bombebarankirin
8 tîrmeh, 2025   15:03
NAVNDA NÛÇEYAN

Balafireke bêmirov a biçek ku nehat naskirin ayîdî kê ye, li ser rêyeke çandiniyê nêzî bajarokê Kellî yê li bakurê Idlibê erebeyek bombebaran kir. Erebe bi temamî hat rûxandin, lê der barê kesên tê de agahî nehatin zanîn.

SOHR’ê bi bîr xist ku 10’ê Hezîrana îsal li bajarokê Dana yê li bakurê Idlibê motorsîklêtek hatibû bombebarankirin, di encamê de 2 kesên tê de hatin kuştin. Li nêzîkî El Kerama ya li bakurê Idlibê, di êrişeke din a bi dronekê ya li dijî erebeyekê de kesek hatibû kuştin.

(bb)