Netanyahu: Divê lihevkirin hilweşandina binesaziya nukleerî ya Tehranê jî bigire nava xwe

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku divê lihevkirina Amerîka û Îranê hilweşandina binesaziya nukleerî ya Tehranê di nav xwe de bigire, ne tenê rawestandina pêvajoya derxistina uranyomê.

Netanyahu: Divê lihevkirin hilweşandina binesaziya nukleerî ya Tehranê jî bigire nava xwe
15 sibat, 2026   21:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro beriya Konferansa Serokên Rêxistinên Cihûyên ên Amerîkay, li Qundisê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku divê lihevkirina Amerîka û Îranê hilweşandina binesaziya nukleerî ya Tehranê di nav xwe de bigire, ne tenê rawestandina pêvajoya uranyomê.

Netanyahu da zanîn ku ew dixwaze di nav heft salên pêş de alîkariya leşkerî ya Amerîkayî ji bo Îsraîlê bi dawî bike, û destnîşan kir ku "Îsraîl dê pişta xwe bide xwe."

Netanyahu anî ziman ku Îsraîlê 150 kîlometre ji eslê 500 tunelên Hamasê hilweşandine û got: "Divê em erkê bi dawî bikin."

(fr)