Neşxeya bidawîkirina şerê Hemas û Îsraîlê û hilbijartinên Îranê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî hewlesta dewletên rojavayî yên li hemberî pêşniyara DYA’yê ya rawestandina şerê Hemas û Îsraîlê û hilbijartinên serokkomariyê ya Îranê nirxandin.

Neşxeya bidawîkirina şerê Hemas û Îsraîlê û hilbijartinên Îranê rojevên rojnameyên erebî ne
1 hezîran, 2024   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Îxbar a Lubnanê têkildarî helwesta rojava li hemberî nexşeya DYA’yê ya agirbesta Hemas û Îsraîlê de nûçeyek bi sernavê "Rojeva bi pelemgerî pêşniyara Biden dipejirîne" weşand. 

Li gorî rojnameyê, berpirsê siyaseta derve ya Yekitiya Ewropa Josep Borrell diyar kir ku YE’yê bi temamî piştgiriyê dide nexşerêya ku Biden ji bo agirbesta li Xezayê û azadkirina dîlgirtiyan daye û got, divê niha şer bi dawî bibe. Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock jî got, "Pêşniyara Îsraîlê ya ku Biden şîrove kiriye hêvî ye û dibe bibe rêya derketina ji aloziya şer. Wezîrê Karên Derve yê Îngilîstanê David Cameron diyar kir ku divê Hamas pêşniyara nû ya ji bo rawestandina şer qebûl bike û got,’ Bila em vê kêliyê binirxînin û dawî li vê pevçûnê bînin.’ Tevgera Hamasê ragihand ku ew bi erênî li xîtaba Biden a der barê agirbestê, vekişandina ji Xeza, jinûve avakirinê û vegera koçberan û serxistina peymana pevguhertina dîlan de dinêre.

EREB EL LONDONIYE: ÎRAN.."ENIYA ÎSLAHAN’ DOSAYAY 5 BERNAMEYÊN JI BO SEROKATIYÊ DINIRXÎNE’

Rojnameya Ereb El Londoniye cih da hilbijartinên serokkomariyê yên Îran. Hate diyarkirin ku Eniya Îslahan ’Desteya Hemahengiyê ya Partiyên Îslahî dest bi nirxandina dosyayên 5 bernamzetên muhtemel ên ji bo hilbijartinên serokatiyê dike. Hate gotin: "Li gorî Ajansa Burna ya girêdayî Wezareta Werzîş û Ciwanan a Îranê, aliyên îslahî namzetiya Mihemed Ensarî yê ji Rabîteya Oldarên Mucahid, cîgirê serokkomarê berê yê Îranê Îshaq Cehangirî, mazetê partiya Karkezaran Sazndkî Hesen Rûnahî,  Elî Ekber Haşimî Refsencanî, bernamzetê Saziya Emîd Îraniyan Mihemed Rîza Afir, endamê îslahî Mesûd Bezşkiyan û diplomat navdar Mihemed Sedir dinirxînin."

(bb)