Rêveberiya Xweser: Êrişên Tirkiyeyê li dijî hewldanên pêkanîna demokrasiyê ye

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di daxuyaniya xwe ya têkildarî êrişên dawîn ên dewleta Tirk de diyar kir ku êriş rasterast li djiî hewldanên pêkanîna demokrasiyê li Sûriyeyê ye. Di daxuyaniyê de bang li gelê hevgirtina xwe pêş bixin û biryara xwe ya azad a demokratîk biparêzin

Rêveberiya Xweser: Êrişên Tirkiyeyê li dijî hewldanên pêkanîna demokrasiyê ye
1 hezîran, 2024   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker duh li bajarên Til Hemîs, Til Koçer û Amûdê yên kantona Cizîrê êrişên hewayî pêk anî. Di encamê de 4 şervanên QSD’ê şehîd bûn û  11 sivîl birîndar bûn.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev êriş sûcekî din e û berdewama siyaseta qirkirin û dorpêça li ser herêmê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, amranc ji van êrişan têkbirina îradeya gelan û têkoşîna wê ya demokrasiyê ye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dijwarbûna êrişan hemwextî amadekariyên hilbijartinên şaredariyan tên kirin û wiha hat domandin "Ev êrişî di demekê de tên kirin ku pêkhateyên gelê me amadekariyên hilbijartinên demokratîk ên hilbijartinan dikin da ku pêşketineke mezintir a rêvebirina civakê bi dest bixe. Ev êriş kiryarekî derexlaqî ye û êrişeke rasterast li dijî hewldanên pêkanîna demokasiyê li Sûriyeyê û xizmeteke bê berdêl ji bo civakê ye."

Di daxuyaniyê de êriş bi tundî hatin şermezarkirin û hate gotin " Em ê erkên xwe yên ji bi armanca pêkanîna hêviyên gelê me bi cih bînin. Hemû îdiayên der barê hilbijartinan de kiryarekî rakirina tolê ye. Armanc jê jî rêgirtina li ber avakirina civakeke bi hêz e. Em diyar dikin ku ev hilbijartin gaveke ber bi misogerkirina rêya durist a demokratîkbûneke rasteqîn li Sûriyeyê ve ye. Em siyasetên destwerdêr red dikin; ev hilbijartin biryareke durust a gelê me ye û xebateke navxweyî ya gel e da ku şêwazê xwerêvebirinê bi rêxistin bike."

Di daxuyaniyê de bang li gelên herêmê hat kirin ku li hemberî siyasetên qirkirinê hevgirtina xwe pêş bixin û bi xurtî tev li hilbijartinan bibe.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku helwesta yekbûyî rêya ber bi siberojeke aram û jiyaneke rûmet ve ye.

Hate diyarkirin ku aliyên derve kolekirina gelan û rêgirtina li ber pêşxistina îradeya wan armanc dike. Her wiha bang li gel hate kirin ku bi xurtî beşdarî hilbijartinan bibe û biryara xwe ya azad a demokratîk biparêze û hate gotin: "Tevlêbûna hilbijartina û serxistina wê serketina dîrokekî ya xurt li hemberî hêzên ku hewl didin îradeya me têk bibin e."

Di dawiyê de sersaxî ji malbatên şehîdên êrişa dewleta Tirk re hat xwestin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re hat xwestin.

(bb)