Birîndaran kêliyên êrişa dagirkeran vegot

Birîndarên êrişa balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker dan zanîn ku dema wan xwestiye agirê bi zeviyan ketî vemrînin û birîndaran rizgar bikin, rastî êrişê hatin.

Birîndaran kêliyên êrişa dagirkeran vegot
Birîndaran kêliyên êrişa dagirkeran vegot
Birîndaran kêliyên êrişa dagirkeran vegot
Birîndaran kêliyên êrişa dagirkeran vegot
Birîndaran kêliyên êrişa dagirkeran vegot
Birîndaran kêliyên êrişa dagirkeran vegot
Birîndaran kêliyên êrişa dagirkeran vegot
Birîndaran kêliyên êrişa dagirkeran vegot
1 hezîran, 2024   11:38
QAMIŞLO

Duh (31`ê Gulanê) di saetên piştî nîvro de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov ên bi çek gelek deverên li Kantona Cizîrê bombebaran kir. 

Li gorî daxuyaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD dewleta Tirk a dagirker dever 8 caran bombebaran kir, di encama wan êrişan de 4 şervanên wan şehîd bûn û 12 welatî birîndar bûn.

Navên hin birîndarên  êrişa li ser gundên Henwa û Selmase yên bajarê Til Hemîs; Mûsa Mûsa (60), Emîra Mûsa (40), Nahî Mûsa, (20), Meryem Dawûd Mehmûd (52), Hanî Yasîn Mûsa (30), Leys Îbrahîm Mûsa (17), Mihemed Mûsa (11), Ezedîn Silêman Mûsa (30) û Qeys Mûsa (17), Emşea Mûsa, (45) Mûrad Ebid Mûsa (14), îbrahîm Mûsa (10) ne.

Birîndarên êrişê ji ANHA`yê re axivîn.

Birîndarê bi navê Mûsa Mûsa (60) diyar kir ku wan dît agir bi zeviyên gundê wan dikeve, şêniyên li gund tev de bi hewara agir û birîndarên êrişî ve çûn, wan bi hev re birîndar rakirin û şewat vemirandin. Piştî wan agir vemirand û berê xwe dan mal balafirê êrişek din pêk anî, tevî wî gelek ji heman malbatê birîndar bûn.

Zarokê bi navê Mûrad El Mûsa (14) ku ji zikê xwe birîndar bûye da zanîn ku balafirê ew hemû hedef girtin. Di dema hevdîtinê de Mûrad El Mûsa ji nûçegihana me re diyar kir ku zarokên li kêlek wî birayê wî ye û 2 ji wan kur apê wî ne.

Jina bi navê Meryem Dawûd Mehmûd (50) jî destnîşan kir ku ji zarok heta mezinan, wan ji bo vemirandina agir tevî paç, av û axê berê xwe dane cihê êrişê, lê ew jî rastî êrişê hatine û birîndar bûne.

Birîndar niha di nexweşxaneyê de tên dermankirin.

Hemwextî êrişa li ser gundewarê bajarê Til Hemîs, dewleta Tirk a dagirker êrişî bajarokê Topiz û gundê Hermê Şêxo yên di navbera bajarên Qamişlo-Amûdê de jî kir.

(ekîb/a)

ANHA