Nerazîbûna li dijî kîndariyê û banga pêkanîna peymana 10ˊê Adarê

Xelkê bajarê Reqayê fikar û nerazîbûnên xwe têkildarî gotinên kîndariyê yên tên parvekirin anîn ziman û hişyarî da dibe ku ev bi xwe re şerekî navxweyî bîne û gefan li yekitiya welat û siberoja wê dixwe.

Nerazîbûna li dijî kîndariyê û banga pêkanîna peymana 10ˊê Adarê
21 tebax, 2025   03:10
REQA
EHMED SEMHAN

Di çend hefteyên borî de bi hewlên derxistina fitneyên mezhebî di nava pêkhateyan de gotinên kîndariyê li ser medyayên dîjîtal zêde bûn. Welatiyên ji Reqayê ev yek bi nîşaneyeke xeternak bi nav kir û got dibe ku derî li pêş şerên gefan li aramiya Sûriyeyê bi giştî bixwe, vekin.

Îbrahîm Elî El Qeîd (55) têkildarî nivîsên li ser medyaya dîjîtal tên parvekirin mixabînî û xemgîniya xwe anî ziman û got: "Bes e fitne, bes e mezhebperestî, em yek gel in. Navê me sûriyeyî ye, çi em li Reqayê, yan Qamişloyê yan Hesekê bin, çi li Laziqiyê yan Siwêdayê yan Şamê, yan Hema yan Helebê bin. Em hemû xwişk û bira ne. Sûriye ne ya kesekî yan jî tabûrekê ye, Sûriye ya tevan e."

El Qeîd got: "Ne girîng e ku birayê min Kurd an jî xiristiyan an durzî yan elewî yan Ereb an şamî be. Ya girîng em bira ne. Ger em hemû hevgirtî nebin, li pêş me tenê wêraniya tevahî Sûriyeyê heye."

Der barê wesifkirina cihê Sûriyeyê de El Qeîd ev tişt anî ziman: "Sûriye ji welatên dinyayê hemûyan xweşiktir e, bihûşta erdê ye. Lê em bi destê xwe bi fitne û mezhebperestiyê xerab dikin. Çima xerabî, çima em welatê xwe ji dêvla temîr bikin xerab dikin? Ka em hêviyê di dilê xelkê xwe de biçînin, zarokên wê yên ku penaberî Ewropa, Amerîka, Almanyayê bûne bikin ku vegerin. Reqa, Dêrazor, Hesekê û Qamişlo hemû xwişk in, hemû Sûriye ne. Em bi hev re wê biparêzin, bi destê xwe temîr bikin."

Welatiyê bi navê Omer Helo jî bal kişand ser neketina pey tiştên li ser medyaya dîjîtal tên parvekirin û got welatî dikarin rûpelên fermî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bişopînin.

Helo ji bo tevahî Sûriyeyê hêviya xêrê kir ku şirîkatî û rêkeftineke rastîn û zelal di navbera hikumeta veguhêz û Rêveberiya Xweser de hebe. Helo got: "Em bi hêvî ne mijar zelal bibin û peymana 10ˊê Adarê ya di navbera El Şeri û Mazlûm Ebdî de ku ji bo berjewendiya gel e û parastina welat dike, pêk bê."

Di dawiyê de Helo got: "Şênî di dirêjahiya 14 salan de westiyan û tu hêza wan a tehemûlkirina krîzan nemaye. Ji lew re em çareseriyên realîst ku mafên her kesî biparêzin û aramî li Sûriyeyê pêk bînin, dixwazin."

Mistefa Arsilan jî diyar kir ku fitne ji bilî wêraniyê tiştekî nayne, çi ji ber wê şer derket an jî derneket û ji Xwedê dixwazin Sûriye baştir bibe.

(fr)

ANHA