Li dora bajarokê Atma yê Idilibê teqîn

Li dora bajarokê Atma yê  bakurê Sûriyeyê teqînek rû da ku duh jî Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehiyê lê li dar xistibû.

Li dora bajarokê Atma yê Idilibê teqîn
20 tebax, 2025   19:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên xwecih, teqîn li dora bajarokê Atma yê bakurê Idilbê pêk hatiye.

Li gorî texmînên çavkaniyan, dibe artêşa Tirk hin tonel teqandibin lewma teqîn çêbûye. Lê li gorî çavkaniyên din, Hêzên Koalîsyona Navneteweyî êrişeke hewayî li dar xistiye. Lê heta niha ti aliyeke fermî ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê der barê teqînê de daxuyanî nedaye.

Hêjayî gotinê ye ku duh li bajarokê Atmayê hêzên Koalîsyona Navneteweyî, êriş navenda şaneyeke DAIŞ`ê kiribûn.

(ac/şx)