Hunermend Semîh Şiqêr hikumeta veguhêz rexne kir

Hunermend û muxalifê sûriyeyî Semîh Şiqêr hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bû alîgirên wê ku bi navê “Şebîhe” wesifandiye, bi tundî rexne kir. Her wiha bi belavkirina nefretê, tundrawiyê û redkirina rexneyan, tawan bar kir.

Hunermend Semîh Şiqêr hikumeta veguhêz rexne kir
5 tebax, 2025   20:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Hunermend û muxalifê sûriyeyî yê navdar Semîh Şiqêr hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rexne kir. Di rexneya xwe de Şiqêr got “giyanê çetebûnê û dûrxistinê” li ser hikumetê serwer e û li gorî wî ya herî xeternak jî, alîgirên hikumetê yên ku bi “şebîhe” wesifandiye yên ku tevgerên wan tundrawî û sorkirin derbas kiriye. 

Şiqêr bi stranên xwe yên şoreşgerî, helwestên xwe yên li dijî rejîma El Esed tê naskirin. Yekemîn hunermendê ku li dijî sûcan axiviye. Îro jî xuyaye ku xwe rûbirûyî, “kopiyeke din” a rejîma berê ya li dijî wê ser hildaye, dibîne. Bi nêrîna wî dibe ev hikumeta nû, di xîtabên xwe de ji rejîma berê, hişktir e.

Şiqêr li ser hesabê xwe yê Facebookê wiha nivisiye: “Êşa min ne ji ber desthilata heyî ji ber ku ji destpêkê ve hêviya min pê tuneye. Xuyaye xwedî îdeolojiyeke tundraw e û nikare ji fikrê xwe yê çetebûnê û dûrxistinê dûr keve.”

Xwediyê strana “Ya Hêf” wiha domandiye: “Ya herî zêde dihêle mirov bedbîn e, hejmara zêde ya şebîhên wê ye yên ku tundrawiya desthilatê derbas kirine. Li ser bingeha piranî û pozbilindiyê, medya dijîtal, tije nefret û heqaret li dijî pêkhateyên din kirin. Rexnekirina desthilatê ti carî qebûl nakin. Ruxmî ku di gelek dosyayan de bi bin ket. Her tim ji destkeftiya wê ya yekane “em dewlet in” bijî dikin.”

Şiqêr, dema piştî ketina El Esed bi “guhertina tarbûşan” wesifand. Her wiha got: “Di asoyan ti çareserî xuya nake. Tenê bi serhildana pêkhateya herî mezin çareser dibe. Ji ber ku di dîrokê de bi nermbûnê tên naskirin û tenê dikarin vê tundrawiyê red bikin, dengê xwe bilind bikin, zend û bendên xwe badin û tişta hilweşiya ji nû ve ava bikin. Tenê wê demê careke din dest bi dest bibin.”

(şx)