Naveroka Belgeya Nêrîna Siyasî ya Hevbeş a Konferansa Yekrêziya Kurdî
Belgeya "Nêrîna Siyasî ya Hevbeş" ku duh di konferansa "Yekrêzî û Yekhelwêsta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" de li Qamişlo hate erêkirin, doza yekrêziya Kurdan û çareserkirina pirsgirêka Kurd di çarçoveya Sûriyeyeke demokratîk de dike.

Konferansa "Yekrêzî û Yeklwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" duh li bajarê Qamişlo bi dawî bû. Aliyên Kurd belgeya "Nêrîna Siyasî ya Hevbeş" erê kirin.
Naveroka Belgeya Nîrîna Siyasî ya Hevbeş
Yekem - Di warê niştimanî yê Sûriyeyê de:
1. Sûriyeyê dewleteke pir etnîkî, pirçandî, pir olî û pir mezhebî ye. Destûra wê mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê yên Ereb, Kurd, Suryan, Aşûrî, Çerkez, Tirkmen, Elewî, Durzî, Êzidî û Xiristiyanan li ser regezên serdestûrî, diparêze.
2. Dewlet pabendî peymanên navneteweyî, mafên mirovan û regeza hemelatîbûna wekhev e.
3. Sîstema Rêvebirinê (Hikumraniyê) li Sûriyeyê sîstemeke parlemanî ya bi du odeyan e, bingeha wê pirrengiya siyasî, veguhestina desthilatê bi awayekî aştiyane û cudakirina desthilatan e. Di çarçoveya sîstemeke nenavendî de xwe dispêre Mclisên herêman.
4. Sûriyeyê nenavendî ye, desthilat û dewlemendî di navbera navend û derdoran de bi awayekî dadmend têne dabeşkirin.
5. Navê dewletê, ala wê û sirûda wê ya niştimanî divê cihêrengiya neteweyî û çandî ya civaka Sûriyeê nîşan bide.
6. Dewletê li beramber ol û baweriyan bêalî ye, mafê pêkanîna ayînên olî parastî be û ola Êzdî wek ola fermî li dewletê were naskirin.
7. Xwe bispêser nasnameyeke niştimanî ya hevbeş ku taybetiyên pêkhateyên cuda li ber çavan bigire.
8. Misogerkirina wekheviya jinan û mêran li Sûriyeyê û pêkanîna nûnertiya wan di hemû saziyan de.
9. Parastina mafên zarokan li gorî peymanên Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Lêborîna Navdewletî, lênêrîn û alîkarîkirina wan li gorî xwezaya herêm û karîna wan. Divê pêdiviyên wan ên taybet ên li gorî xweza û temenê wan li ber çavan bêne girtin.
10. Dabeşkirinên gerînedeyî (Idarî) yên heyî ji nû ve li ber çavan were girtin, li gorî hijmara nifûsê (hijmara mirovan) û rûbera erdnîgarî.
11. Şûnwar û bermahiyên dîrokê yên Sûriyeyê yên ku hatine talankirin û li hundir û derveyî welat hatine belavkirin, vegerînin cihên wan ên resen.
12. Betalkirin û rawestandina encamên guhertina demografî li herêmên kurdî û hemû herêmên Sûriyeyê, koçberên bi darzê zorê yên Serêkaniyê/Ras El Eyin, Girê Spiî/Til Ebyed û efrîn bi ewle vegerin malên xwe.
13. Komeleke Damezrîner were avakirin di bin sîwana navdewletî de, ku nûnerên hemû pêkhateyên Sûriyeyê tê de beşdar bin, ji bo sazkirina rêgezên demokratîk û avakirina hikûmeteke ku nûneratiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê bike û hemû desthilatên cîbicîkar di destê wê de hebin.
14. Mafê hemû pêkhateyan yê derbirînê, perwerdeya bi zimanê dayikê û pêkanîna çandê heye.
15. Roja 8’ê Adarê weke Roja Jinan were ragihanin.
DI WARÊ NETEWEYÎ YÊ KURDÎ:
1. Herêmên Kurdan di bin sîwana Sûriyeyeke federal de weke yekîneyeke îdarî û siyasî ya yekbûyî bibe yek.
2. Hebûna neteweyî ya gelê Kurd a li Sûriyeyê weke gelekî xwecihî bê naskirin. Mafê bikaranîna mafên siyasî, çandî û îdarî bi rengekî azad û wekhev di nav de hemû mafên neteweyî li gorî peymanên navneteweyî bi destûra bingehîn bêne misogerkirin.
3. Fedakariya şehîdên şoreşa Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), hêzên ewlekariyê, girtiyên li zindanan jiyana xwe ji dest dan û yên ku di berxwedana li dijî komkujiyên DAÎŞ'ê de şehîd bûn bi rêzdarî bêne pêşwazîkirin, piştgirî ji malbatên wan re bê dayin û bi sererastkirinên qanûnî re mafên wan bêne misogerkirin.
4. Ciwan di nava civakê de weke hêzeke bingehîn bê dîtin û li nava hemû saziyên dewletê bi rengekî wekhev bêne temsîlkirin.
5. Kurdî li gel Erebî di destûra bingehîn de weke zimanê fermî bê naskirin, perwerde û hîndekariya Kurdî bê pêkanîn.
6. Têkildarî zimanê Kurdî, mîrateya dîrokî û çanda wê navend û beşên pêwendîdar bêne avakirin, navendên medyayê yên weke qenalên televîzyonê û radyo yên bi weşana Kurdî bêne avakirin, pirtûk, kovar bêne weşandin, navendên kar û lêkolînê bêne vekirin.
7. Kurd tevlî saziyên qanûndanîn, dadgerî, rêveberî û ewlekariyê yên dewletê bêne kirin.
8. 21'ê Adarê weke Newroz li welêt weke betlaneya fermî bê qebûlkirin û 12'ê Adarê jî weke Roja Bîranînê ya Serhildana Qamişloyê bê qebûlkirin.
9. Projeya Kembera Ereb a li dijî Kurdan û operasyonên Erebkirinê yên li herêmên Kurdan jî di nav de hemû polîtîka, tedbîr û qanûnên îstîsnayî bêne betalkirin, tazmînat ji mexdûrên van polîtîkayên cihêkar re bê dayin. Divê li rewşa beriya van polîtîkayê bê vegerandin, peymanên eşkere û veşartî yên bandorê li serweriya Sûriyeyê û hebûna Kurdan dikin bêne betalkirin.
10. Ji bo welatiyên Kurd ên sala 1962'an di jimartina nifûsê ya îstîsnaî de ji welatîbûnê hatin derxistin û navê wan nehate qeydkirin, welatîbûna Sûriyeyê li wan bê vegerandin.
11. Ji ber xemsariya bi zanebûn a têkildarî pêşvebirina herêmên Kurd, rêjeyek ji hatineya dewlemendiyan ji bo pêşvebirin û jinûve avakirina herêmên Kurdan bê veqetandin.