Konferansa Yekrêziya Kurdî di çapemeniya erebî û cîhanî de
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ku duh bi beşdariya zêdetirî 400 kesan li Qamişloyê hatibû lidarxistin, di çapemeniya erebî û cîhanî de cih girt.

Duh li bajarê Qamişloyê bi beşdariya zêdetirî 400 kesayetên ji Rojava, Bakur û Başûr, herêmên din ên Sûriyeyê û derveyî welat, Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin.
Medyayên erebî û cîhanê cihekî girîng dan Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê. Sernavên ku der barê mijarê de derketine pêş ev in:
Rojnameya Şerq El Ewsat: Di Kongreyeke dîrokî ya Kurdên Sûriyeyê de daxwaza dewleteke demokratîk nenavendî.
Rojnameya El Ereb a Londonê: Li Qamişloyê Kurd nîşaneyên Sûriyeyê siberojê xêz dikin.
Rojnameya El Raî ya Îmaratê: Kurdên Sûriyeyê daxwaza dewleteke demokratîk nenavendî dikin ku mafên wan mîsoger bike.
Rojnameya El Weten a Sûriyeyê: Qamişlo mêvandariya Konferansa Yekrêziya Kurdî dike.
Rojnameya El Erebî El Cedîd: Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Kurdê nêrîna xwe ya siyasî ji bo siberoja Sûriyeyê pêşkêş dike.
Rojnameya Independent Arabia: Konferana Kurdên li Sûriyeyê helwestek yekgirtî ya pêşerojê destnîşan dike.
Rojnameya El Şerq a Kuwêtî: Kongreya yekemîn a Kurdên li Sûriyeyê banga mîsogerkirina mafên xwe di destûreke pirrengî de dike.
Malpera El Hedes: Kongreya Kurdên Sûriyeyê: Divê çareseriyeke adilane ji pirsgirêka Kurdan re were danîn.
Radyoya Navneteweyî ya Monte Carlo: Partiyên Kurdên Sûriyeyê nêrîneke siyasî ya hevpar ji bo dewletek demokratîk û nenavendî ku mafan garantî dike, dipejirînin.
Tora Çînê (Arabic China): Kurd ji bo çareserkirina pirsgirêka xwe li Sûriyeyê, li ser nêrîneke siyasî ya hevpar hev dikin.
Kovara Majalla ya siûdî: Kongreya Qamişlo: Kurdan teqezî li ser yekitiya Sûriyeyê dikin û destûrekê dixwazin ku mafên wan mîsoger bike.
Malpera Al Modon a Lubnanî: Kongreya Neteweyî ya Kurdî: Li dijî parçebûnê, bi Sûriyeyeke nenavendî re.
Rojnameya El Quds El Erebî: Konferansa Hesekê.. lihevkirina li ser nenavnedîbûnê, şandeyeke kurdî ya yekbûyî ku bi Şamê re diyalogan bike.
Tora Al Arabia: Kongreya Kurdên Sûriyeyê: Divê çareseriyeke adilane ji pirsgirêka Kurd re we danîn.
(bb)